Îro saet 08:30'ê li salona Grand Mîlînyum a Otêla Şarî Ciwan a bajarê Silêmaniyê konferansa partiyên Sosyalîst ên Ewropa destpê kir. Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr ku tevlî konferansê bû, têkildarî binpêkirinên mafê mirov ên li BakUrê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyekî çapemeniyê da.
Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr wiha got: "Niha salvegera îmzekirina xalên mafên mirov ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ye ku pêş 68 salan hatiye îmzekirin. Belê mixabin niha jî mafê gelan tê binpêkirin. Li Bakurê Kurdistanê ku 20 milyon Kurd hene, ne maf û ne jî jiyan jê re tê naskirin. Em weke HDP bi hemû hêza xwe ji bo bidawîbûna şerên li herêmê pêk tên û ji bo pêk hatina aştî û aramiya gelan xebatê dimeşînin."
Baydemîr di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: "Piştî serketina HDP'ê di hilbijartinên bihûrî de, mixabin Erdogan, hikûmet û AKP'ê nekarîn xwe li vê serketinê bigirin, roj bi roj siyaseta dijî gelê Kurd û azadîxwazan xistin meriyetê. Ez dikarim bêjim 5 hezar endamên HDP'ê xistine di girtîgehê de. Bi sedan caran li hemberî navendên HDP'ê êrîş pêk hatiye. Hevşaredar hatin girtin û dest danîne ser şaredariyan. Ev ne demokrasiye. Ev binpêkirinên mafê mirov û mafê gelekî ne."
Baydemîr bal kişande ser girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê û wiha anî ziman: "Girtina hevalên me binpêkirina maf e. Îro Demîrtaş û hevalên me di girtîgehê de ne. Tişta ku AKP dike darbeya li dijî mafê mirov û însantiyê ye. Niha rewşa girtiyan bi giştî nebaşe. Demîrtaş zêdetirê 36 roj in di girtîgehê de ye. Destûr nayê dayîn kes biçe gel. Rewşa wî di girtîgehê de pir xirabe û destûr nayê dayîn bi azadî nameyekê jî binivîse."
Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr herî dawî wiha got: "Niha dewleta Tirk dijminatiya du tiştan dike. Yek dijminatiya Kurdan a duyemîn jî dijminatiya demokrasiyê ye. Ji bo wê di vê demê de yekîtiya Kurdan pir giring e, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku îro Tirkiye êrîşê Rojava dike û piştî Rojava jî di hedefa wan de Başûr heye. Pêwîste aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji rewşa xwe ya navxweyî agahdar be."