KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parlementerê HDP’ê Erdogmuş hat binçavkirin
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş hat binçavkirin. -
Cenazeyê 2 şervanên Enternasyonal hatin oxirkirin
Welatiyên Girkê Legê, Dêrikê û Şervanên YPG/YPJ`ê, cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic ên Enternasyonal ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kirin. -
Ji DTK,TJA, DBP û HDP’ê: Azadiya Ocalan daxwaza me ya sereke ye
DTK,TJA, DBP û HDP’ê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da wiha got: “Ji bo azadiya Ocalan û li Tirkiyeyê aramî û aştî pêk were, daxwaza me ya sereke azadiya Ocalan e.” -
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên jin eşkere kir
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir û got, "Wezîfe, armanc, nirx û navên van hevrêyên me, ji bo me sedema şer û jiyanê ye." -
Emînoglû: Kurd bi yekîtiya neteweyî re wê bibe hêza sereke ya Rojhilata Navîn
Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Emînoglû got, ew piştgiriyê didin banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî. Emînoglû destnîşan kir, eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, wê bibin hêza sereke ya Rojhilata Navîn. -
Di nava hefteyekê de 242 DBP'yî hatin girtin, 662 kes hatin binçavkirin
Di nava hefteya dawî de 904 DBP'yî hatin binçavkirin, 242 jê hatin girtin. 662 kes jî hê di binê çavan de ne. Hejmara hevşaredarên hatine girtin jî gihîşt 59'an. -
Şahidan piştrast kirin ku F-16 hatiye xistin
Şahidan piştrast kirin ku balafira F-16 a li Amedê ji aliyê HPG'ê ve hatiye xistin. Yek ji şahidan got, du pîlotên balafirê hebûn û berê çeka xwe dane wan. -
Nisêbînî: Dorpêçî dewam dike; em ê dest ji berxwedanê bernedin!
Nisêbîniyan dan xuyakirin, ku dorpêçî û gefa AKP'ê ya li ser bajêr dewam dike, her roj gefa mirinê li wan tê xwarin, lê belê ew ê dest ji berxwedanê bernedin. -
Wekîlê HDP'yî Alîcan Onlu hate berdan
Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, ku li Enqereyê hate binçavkirin û ew anîn Amedê, serbest hatin berdan. -
Qonaxa 2. a Pêngava Xezeba Firatê
Pêngava dorpêçkirin û rizgarkirina Reqayê, ku Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di bin navê 'Xezeba Firatê' de daye destpêkirin, bi daxuyaniyekê derbasî qonaxa duyemîn bû. -
'Sir' a eşkere ya dewletê: Komkujiya Mereşê
Di ser komkujiya Mereşê re 38 sal derbas bûn, ku hêzên tarî yên dewleta kûr bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî kirin. -
PADÊ cejna Êzî pîroz kir
PADÊ cejna Êzî li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz kir û bi wesîleya vê cejnê, ji bo parastina çand û ola xwe banga xurtkirina têkoşînê li Êzidiyan kir. -
Doz ne li nelirêtiyê, li rojnamevanê nelirêtî kir nûçe hate vekirin
Rojnamevan Oktay Candemîr, ji ber nûçeya xwe ya meha Tîrmehê ku li ser nelirêtiya ji 40 trîlyonî ya li Şaredariya Tûşbayê çê kir, doz lê hat vekirin. Maseya Diziyê ya Asayîşê ya Emniyetê bang lê kir û îfadeya wî girt. -
Erdhejzedeyên Wanê hê mîna roja destpêkê mexdûr in
Mexdûrên erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an ên li Wanê, hê mîna roja ewilî mexdûr in. 20 malbatên di vê serma û seqemê de li konteyniran e, li hêviya xaniyekî germ e. -
Hevşaredara DBP'yî ev 15 meh in li benda gilînameyê ye!
Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, ku ji bo tevlî çalakiya mertalên zindî bibe bi rê ket, lê bi îdîaya "li ber polîsan rabû" hate girtin, ev salek û 3 meh in li benda gilînameyê ye. -
Xwendevanê di bin banê hilweşiyayî de ma jiyana xwe ji dest da
Xwendevanê lîseyê Fevzî Ekmen ê di bin banê sehaya gogê ya hilweşiyayî de ma jiyana xwe ji dest da. -
Li Dersîmê 4 xwendevanên din hatin girtin
Li Dersîmê 4 xwendekarên din ku di encama serdegirtinên mal û wargehan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Serokê TSO’yê wekîlên bajêr guhertin!
Serokê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Karxaneyan a Şirnexê Osman Gelîş, li ser hesabê xwe yê twîtterê, wekîlê AKP’ê yê Konyayê wek wekîlê Şirnexê nîşan da. -
Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. -
Li Minbicê 2 şervanên azadiyê hatin oxirkirin
Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê Tekoşer Mehmûd Silêman û Remezan Elo ên di berxwedana gundê El-Hewznê jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin. -
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Balafira F-16 li Amedê hate xistin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ragihand ku li Amedê di 12’yê Kanûnê de balafira F-16 ji aliyê tîma Şehîd Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hatiye xistin. -
Bajarê ji Bedirxaniyan ve dest ji nasnameya xwe bernade...
Cizîrê ku ji Bedirxaniyan ve bi serbilindbûna xwe tê nasîn, li gel hemû avaniyên kavilbûyî û şopa tang û topan dîsa nasnameya xwe diparêze. Ên ku zarokên wan ji dest wan çûyin dibêjin, ‘’Em Kurd in. Gelo ji wan heye ku em ê dest ji vê berdin?" -
HPG'ê nasnameya sê gerîlayan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya sê gerîlayên di mehên Gulan û Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir -
Dayika Aştiyê: Ji bo Kongreya Neteweyî çi ji destê kê bê divê bike
Ji Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Perîhan Altog got, "Li ku derê Kurdek hebe divê ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bi berpirsyarî rabe. Divê em li binê sîwana kongreyê li hev bicivin û bibin yek." -
Midûrê Emniyetê xwest, Çaglar Demîrel hat girtin!
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, ji ber belgeya ku Midûrê Şaxê TEM'ê yê Emniyeta li Amedê ji dadgehê re şand, hatiye girtin.