HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên jin eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir û got, "Wezîfe, armanc, nirx û navên van hevrêyên me, ji bo me sedema şer û jiyanê ye."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. HPG'ê diyar kir, 2 gerîla di meha Cotmehê, 2 jî di meha Mijdarê de ji ber êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê hat gotin, "Hevrêyên me Sarya, Sara, Leyla û Berfîn, ji ji bo Meşaleya Azadiyê dewr bigirin, ji ber ku dizanîbûn jin pêşnega afirandina jiyana azad e, ji ber ku dizanîbûn jiyan, felsefe û armancên Rêber Apo rastiya herî mezin e ji Sêrtê, ji Wanê, ji Şirnexê û ji Agiriyê tevlî nava refên gerîla bûn Bi têkoşîn û têkiliyên hevrêtiyê yên li nava jiyana azad a gerîla re bûn hevrêyên mînak. Ev hevrêyên me, ku di nava yekîneyên YJA Starê de bi ked, biryardarî û vîna xwe tevlî jiyanê bûn, wezîfe, armanc, nirx û navên wan, ji bo me sedema şer û jiyanê ye."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

Nasnav: Berfîn Herekol
Nav paşnav: Hazal Acar
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Kamîle-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Leyla Botan
Nav paşnav: Ceylan Goral
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zennure-Aydin
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sara Amargî
Nav paşnav: Zeynep Çagli
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Bedîa-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sarya Agirî
Nav paşnav: Remziye Kartal
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê