Qonaxa 2. a Pêngava Xezeba Firatê
Pêngava dorpêçkirin û rizgarkirina Reqayê, ku Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di bin navê 'Xezeba Firatê' de daye destpêkirin, bi daxuyaniyekê derbasî qonaxa duyemîn bû.
Pêngava dorpêçkirin û rizgarkirina Reqayê, ku Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di bin navê 'Xezeba Firatê' de daye destpêkirin, bi daxuyaniyekê derbasî qonaxa duyemîn bû.
Meşa azadiyê ya şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ku bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ'ê tê kirin, ber bi Reqayê ve bi rengekî serketî dewam dike.
Ji bo vê pêngavê, demeke dirêj amadekariyên siyasî, leşkerî û dîplomatîk hatin kirin.
Di encama danûstandinên leşkerî, siyasî û dîplomatîk ên navbera rayedarên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA û rayedarên QSD'ê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê de, 5 Mijdarê weke roja destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê hate destnîşankirin.
KÎJAN KOM TEVLÎ PÊNGAVÊ BÛN?
Pêngav ji aliyê QSD û pêkhateyên wê ve ku YPG/YPJ pêşengiyê ji wan re dikin, tê meşandin. Pêkhateya herî mezin a QSD'ê şervanên YPG û YPJ'ê ne.
Tevî vê yekê, gelek komên cuda yên Ereb ên li nava QSD'ê, bi rengekî çalak tevlî pêngava rizgarkirinê bûn. Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst jî di nava pêngavê de cih digirin. Hêzên Koalîsyonê jî ji hewayê ve destekê didin operasyonê.
Di nava hêza ku bi navê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê hate binavkirin de, hêzên YPG, YPJ, Lîwa Siqûr El Reqa, Lîwa El Tehrîr, Lîwa Şuheda El Reqa, Tûgaya Şuheda Hemam El Turkmen, Lîwa Ehrar El Reqa, Siwar Til Ebyed, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û gelek hêzên Ereb, Tirkmen û Kurd hene.
BINGEHA PÊNGAVA AZADIYÊ
Serhildana Gel a di sala 2011'an de dest pê kir, ji ber destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî bi rengekî yekser an jî neyekser, veguherî şerê navxweyî.
Li Sûriye ya ber bi şerê navxweyî ve hate dehfdan, gelên herêmê di navbera zext, zilm, zordarî û tekparêziya rejîma Baasê û destavêtin, dagirkerî, talan, îşkence û komkujiyên bi dehan komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam de man.
Ji ber ê yekê Sûriye li gelan bû girtîgehek û rewşeke ku hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, derkete holê.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hate ragihandin, Hol, Tişrîn, Şeddadê û Minbic di encama pêngavan de hatin rizgarkirin. Vê yekê gelekî deng veda. Vê rewşê zemîneke berfireh a ku xwe dispêre biratiya gelên li Rojava û Sûriyeyê afirand.
ENCAMÊN QONAXA YEKEMÎN
* Qonaxa yekemîn a Pêngava Xezeba Firatê, di şeva 5'ê Mijdarê de ji aliyê du komên ji bajarokên Eyn Îsa û Silûkê bi rê ket ve, hate destpêkirin.
* Hêzên QSD'ê di nava 10 rojan de li herêmeke ji 550 kîlometreçaregoşeyî ya bi 12 kîlometreyî berfireh û 46 kîlometreyî dirêj, dor li çeteyan girtin û ev herêm bi temamî rizgar kirin.
* Di vî şerî de 34 gund û 31 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Her wiha 7 girên stratejîk jî ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin paqijkirin.
* Gundên di qonaxa yekemîn de ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin: El-qetah, El-Leqta, Xelef El-Beg, Şêx Deham, Siran, Şêx Hesen, Xinêz Foqanî, Xinêz Westanî, Hayîs, El-Xidir, Corih, Um Sifa, Ebdulhadî, Celîl, El-Heyderiye, Molihyan, Moteqtele, Ketle, El-Ebdelah, Qermoh, El-Erac, Tel Doban, El-Îşe, El-Xitwan, El-Hineyan, Nayîf, El-Wehîd û Hizrayat.
* Girên stratejîk ên di qonaxa yekemîn de ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin paqijkirin: El-Soran, Minbetih, Şahan, El-Mifteş, Recêl û Hayîs.
* Wekî din, navendên av û elektrîkê yên vê herêmê ji çeteyan hatin paqijkirin.
* Di nava 10 rojan de 167 çete hatin kuştin, 34 cenaze û 4 çete jî bi saxî ketin destê hêzên QSD'ê.
* 12 wesayîtên bombebarkirî berî bigihêjin armanca xwe, ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin rûxandin. Tevî vê yekê 14 wesayîtên leşkerî, 8 doçka 4 roketavêj, 4 qemyon, 6 hawan, 9 motorsîklet û gelek nuqte hatin îmhakirin.
* 240 mayînên çeteyan hatin pûçkirin. Gelek çekên ferdî navîn û giran bi cebilxaneyeke mezin hatin bi dest xistin.
* Piştî ku paqijkirina gundan ji mayînan, rê li ber vegera sivîlan a li cih û warên xwe hate vekirin.
REWŞA SIVÎLAN
Qonaxa yekemîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî qediya. Herêmeke ji 700 kîlometreçargoşeyî ku gelek gund, bajarok û cihên stratejîk lê ne, hat rizgarkirin. Û xeta parastinê ya çeteyên DAIŞ'ê ya li bakurê Reqayê hate şikandin. Hêzên QSD'ê rêyên ewle vekirin û bi vî rengî bi hezaran sivîl derbasî qadên azad kirin.
Hêzên QSD'ê li gorî şert û mercên zivistanê hemû pêdiviyên jiyanî yên bi sedan sivîlan tedarik kirin. Tîmên pispor ên QSD'ê bajarok, gund û girên stratejîk ji mayîn, teqemenî û xefikên çeteyan paqij kirin û herêm ewle kirin.
Piştî ewlekirina herêmê, sivîl li cih û warên xwe vegeriyan û niha bi rengekî ewle dijîn.