'Sir' a eşkere ya dewletê: Komkujiya Mereşê
Di ser komkujiya Mereşê re 38 sal derbas bûn, ku hêzên tarî yên dewleta kûr bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî kirin.
Di ser komkujiya Mereşê re 38 sal derbas bûn, ku hêzên tarî yên dewleta kûr bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî kirin.
Komkujiya Mereşê...
Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên li dijî komên etnîkî dagirtî ye. Yek ji van jî Komkujiya Mereşê ye, ku di ser re 38 sal derbas bûye.
Komkujiya ku şopa wê hê li ser Elewiyên li Mereşê heye, tevî ku bi dehan sal di ser re derbas bû jî, amadekar û kujer nehatine cezakirin. Dewleta Tirk di vê mijarê de jî rûyê xwe yê qetlîamker nîşan da û nehişt kiryar bi ti awayî bên darizandin.
DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 150 KURDÊN ELEWÎ HATIN KUŞTIN
Weke ku tê zanîn; di 19'ê Kanûna 1978'an de, CIA û dewleta kûr bi destê nîjadperestan û çeteyên faşîst ên Îslamiyên siyasî, li Mereşê li dijî Kurdên Elewî dest bi êrîşên ji bo komkujiyê kirin. Ev êrîşên giran û bi xwîn ên li dijî Kurdên Elewî, heta 26'ê Kanûna 1978'an bi rengekî bê navber, hefteyekê dewam kirin.
Bi destê kontrgerîla û çeteyên faşîst, li nava kolanên Mereşê nêçira Kurdên Elewî dest pê kir û hefteyekê di bin çavdêriya dewletê de Elewî hatin kuştin. Êrîş li mal û kargehên Elewiyan hatin kirin. Di encama van êrîşan de, li gorî hejmarên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê tê gotin, 150 kes di vê komkujiyê de hatine kuştin. 552 xanî, 289 dikan û wesayît hatin şewitandin. Amadekarên Komkujiya Mereşê jî, weke 'sireke dewletê' hatin veşartin.
BI KOMKUJIYÊ RE XWESTIN MESAJÊ BIDIN ŞOREŞGERAN
Piştî ku planên komkujiya li Mereşê ketin meriyetê û qirkirinê dest pê kir, ji sedî 80 ê bajêr hate koçberkirin, ku ji sedî 70-80 ê nifûsa wê ji Elewiyan pêk dihat. Armanceke din a komkujiyê jî ew bû, ku peyam ji Elewiyan re bê dayîn, ku hingî destek didan şoeşger û tevgerên şoreşgerî. Li Mereşê, ku piraniya şêniyên wê Elewî bû û Elewî û Sûnî bi hev re lê dijiyan, dewleta kûr (MÎT) û CIA xwestin, dijberiya îdeolojîk a li vir bi kar bînin û planên xwe yên komkujiyê bixin meriyetê.
Ev komkujî mehek piştî danîna hîmê Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat. Bi vê komkujiyê re yekser peyama 'tinekirinê' dan Têkoşîna Azadiyê ya Kurd.
YÊN DESTÊ DAN DI KOMKUJIYÊ DE HENE
Piştî komkujiyê, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îrfan Ozaydin ji bo lêkolînkirina komkujiyê tîmekî taybet ava kir. Vî tîmî agahiyên girîng bi dest xist. Lê belê ev agahî weke 'sira dewletê' hate binavkirin û hate veşartin. Di rapora Dozgerê Komarê yê wê demê Dundar Saner de, agahiyên berfireh li ser plansaziya komkujiyê dihat dayîn. Vê yekê jî nîşan da ku komkujî bi çi rengî bi organîzeyî hatiye kirin. Lê belê ji ber helwesta 'sira dewletê' ser komkujiyê hat girtin û nehat ronîkirin.
Di raporan de hat destnîşankirin, ku komkujî ji aliyê 4 endamên MÎT'ê ku şêwirmendê hiqûqê yê MÎT'ê û xizmê Alparslan Turkeş jî di nav de bû û ajanê CIA Aleksander Peck ê berî komkujiyê çû Mereşê ve hat plankirin. Berpirsyariya Alparslan Turkeş, rayedarên MÎT'ê yên wê demê, serok û rêveberên AP û MHP'yî yên li herêmê, karsaz, xwediyên axê, Çeteya Sûsûrlûkê, Abdullah Çatli û Halûk Kirci ya di komkujiyê de bi gotina 'sira dewletê ye' hate veşartin.
KOMKUJÎ NIXUMANDIN
Serokê Partiya Edaletê yê Bajêr Farûk Kadioglû û Şaredarê wê demê yê Mereşê Ahmet Ûncû jî di nava amadekarên vê komkujiyê de hebûn. Doza têkildarî komkujiyê hate vekirin, heta sala 1991'ê dewam kir. Li 804 kesên hatin darizandin, di astên cuda de ceza hat birîn. Lê belê 68 kesên rola wan a di komkujiyê de girîng bû, ne hatin girtin ne jî lêpirsîn li dijî wan hate vekirin.
Kesên ku ceza li wan hate birîn, di Nîsana 1991'ê de ji ber Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya ji aliyê Tûrgût Ozal ve hate derxistin, hatin berdan. Bi vî rengî dosyaya Komkujiya Mereşê hate girtin.
SIBE: Qirkirina Elewiyan ku hefteyekê dewam kir