Midûrê Emniyetê xwest, Çaglar Demîrel hat girtin!

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, ji ber belgeya ku Midûrê Şaxê TEM'ê yê Emniyeta li Amedê ji dadgehê re şand, hatiye girtin.

Li dijî Cîgira Hevserokên HDP'ê Çaglar Demîrel bi daxwaza 23 sal cezayê girtîgehê, doz hatibû vekirin. 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, beriya niha biryar da bû ku Demîrel bi rengekî negirtî were darizandin. Lê belê piştî ku ev biryara xwe guherand û biryara girtina wê da, Demîrel pê bi şev li Enqereyê hate binçavkirin.

Dadgehê ev biryara xwe li gorî agahiyeke îstîxbaratî ya ji 1 rûpelî da, ku Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji dadgehê re şand û îdîa kir ku 'dibe ku bireve derveyî welat'. Dadgehê li gorî vê nota emniyetê, duh biryara girtina Demîrel da.

Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, di nivîsa xwe de ku ji dadgeêre şand, karên Demîrel ên qanûndanînê weke 'karê li derveyî qanûnê' nîşan da.

Di vê nivîsê de hat îdîakirin ku Demîrel "ji karên PKK'ê yên li nava HDP'ê berpirsyar e/rêveber e". Emniyetê her wiha îdîa kir, ku Demîrel tevî wezîfeya xwe ya parlamenteriyê, 'hê di nava rêxistina îllegal de ye."

Midûriyeta Tirk li şûna ku vê nivîsa xwe ji dozgeriya komarê re bişîne, ku li gorî ûsûlê divê bi vî rengî bûya, yekser ji dadgehê re şand.

5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî di çarçoveya vê nivîsa emniyetê de biryara parlamenter Çaglar Demîrel da.