Serokê TSO’yê wekîlên bajêr guhertin!
Serokê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Karxaneyan a Şirnexê Osman Gelîş, li ser hesabê xwe yê twîtterê, wekîlê AKP’ê yê Konyayê wek wekîlê Şirnexê nîşan da.
Serokê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Karxaneyan a Şirnexê Osman Gelîş, li ser hesabê xwe yê twîtterê, wekîlê AKP’ê yê Konyayê wek wekîlê Şirnexê nîşan da.
Serokê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Karxaneyan a Şirnexê (ŞTSO) Osman Gelîş, duh piştî li gel Serokê Kooperatîfa Taşiyicilar Halîl Açar, Serokê Odeya Ajokaran Muhyettîn Caner û Serokê AKP’ê yê Bajêr Mehmet Taşin re li Enqereyê çûn serdana Serokê Maliyeyê Nacî Agbal, Serokê TOBB’ê Rifat Hîsarciklioglû û Wekîlê Konyayê Abdûllah Agrali, li ser tora civakî parvekirinek sosret kir. Ew daxuyaniyên ku demekê Ahmet Davûtoglû xistibûn rojevê û digot wê li bajarên Kurdan ên ku AKP’ê wekîl dernexistine wekîlan tayîn bikin, piştî vê hevdîtina qaşo nûnerên dezgehên civaka sivîl ên Şirnexê û wezîr û parlamenterên AKP’î, dîsa xwe dan der.
Serokê ŞTSO Osman Gelîş li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev nêrînan parve kir û tevî ku HDP’ê bi rêjeyek ji sedî 85’an her çar wekîlên li bajêr jî derxistine, Parlamenterê AKP’ê yê Konyayê Abdûllah Agrali wek wekîlê Şirnexê nîşan da. Piştî vê parvekirina ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û Şirnexiyan wek bêrêzî hat nirxandin û bû sedema nerazîbûnan, Gelîş ev parvekirin rakir. Lê, dûvre bi nûkirinê dîsa weşand.
Gelîş, ji bo Şirnexê ku yek ji 3 bajaran e ku AKP’ê ti wekîl jê negirtiye, têkîldarî Parlamenterê AKP’ê yê Konyayê Abdûllah Agrali ev parve kir; “Bi Parlamenterê me yê Şirnexê, Abdûllah Agrali yê Wekîlê AKP’ê yê Konyayê ye, li gel nûnerên me yên dezgehên civaka sivîl me serdana Wezîrê me yê Darayî Birêz Nacî Agbal kir û me pirsgirêk û daxwazên camîaya me ya kar û dikandaran ragihand. Ji ber eleqe û baldariyên Birêz wezîr û birêz parlamenterê me, em spasiyên xwe dikin.”