Erdhejzedeyên Wanê hê mîna roja destpêkê mexdûr in
Mexdûrên erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an ên li Wanê, hê mîna roja ewilî mexdûr in. 20 malbatên di vê serma û seqemê de li konteyniran e, li hêviya xaniyekî germ e.
Mexdûrên erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an ên li Wanê, hê mîna roja ewilî mexdûr in. 20 malbatên di vê serma û seqemê de li konteyniran e, li hêviya xaniyekî germ e.
Li Wan û navçeya wê Erdîşê di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an de, du erdhejên mezin pêk hatibûn. Di erdhejên ku pêla wan 7.2 û 5.6 bû, 644 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Her wiha li Wan û Erdîşê 28 hezar xanî hilweşiyan, bi hezaran welatî bêxanî man û mexdûr bûn. Di ser erdhejê re 5 sal derbas bûn, lê hê jî pirgirêkên welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyan dewam dikin. Mexdûr ev 5 sal in li benda alîkariyê ne. Welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane li wargeha ji konteyniran hatin bicihkirin. Gelek welatî piştî çêkirina avahiyên TOKÎ di avahiyan de hatine bicihkirin. Lê her çiqas di ser erdhejê re 5 sal derbas bûne jî nêzî 20 malbat hê li wargeha ji konteyniran e.
'AFAD ZILMÊ LI MALBATAN DIKE'
Welatiyên li konteyniran dijîn ji ber şert û mercên zivistanê gelekî zehmetiyan dikişînin. Hêjayî gotinê ye, AFAD di vê zivistana dijwar de li ser malbatan elektirîk û avê biriye. Li Wanê dema werza zivistanê dest pê dike welatî dikevin nava fikaram bê wê çawa vê zivistana sar derbas bikin û zarokên xwe ji nexweşiyan biparêzin. Welatiyên di konteyniran de dijîn ji ANF’ê re axivîn û gotin: "Weke roja ewil em hê mexdur in. Tenê daxwaza me xaniyek germ e. Dema werza zivistanê tê em dikevin nava fikarên bê em ê çawa zarokên xwe ji nexweşiyan biparêzin."
'RAYEDAR AV Û ELEKTIRÊKÊ LI SER ME DIBIRIN'
Jina bi navê Helîme Kaçar diyar kir, ku tevî 5 sal di ser erhejê re darbas bûn ew di heman şert û mercan de dijîn û wiha axivî: "Tevî sir û seqemê, rayedaran jî av û elektrîk li ser me birîn. Em ji ber vê rewşê gelek zehmetiyan dikişînin."
'EM DIQEFILIN'
Zaroka bi navê Rojîn Toprak jî anî ziman, ew di maha zivîstanê de gelek diqefilin û ev tişt got: "Dema ku werza zivîstanê tê dinya pir dicemide. Ji ber ku li vir gelek berf dibare û em diqefilin."
'QEYÛM AV Û ELEKTIRÎK LI SER ME BIRÎ'
Welatiyê bi navê Hecî Ahmet Oran jî rexne li polîtîkayên hikûmetê yên li ser wan kirin û wiha got: "Walî tenê xaniyan dide kesên nasê xwe û endamên AKP'ê. Ev 5 sal in rewşa me gelek xirab e. Ti kes li me napirse bê em çawa dijîn. Heta niha Şaredariya Bajarê Mezin bi me re dibû alîkar. Lê belê piştî qeyûm hat, şaredariyê jî êdî av û elektirîk li ser me birî. Em weke roja ewil hê mexdûr in."