NÛ BÛ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Balafira F-16 li Amedê hate xistin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ragihand ku li Amedê di 12’yê Kanûnê de balafira F-16 ji aliyê tîma Şehîd Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hatiye xistin.

 Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ragihand ku li Amedê di 12’yê Kanûnê de balafira F-16 ji aliyê tîma Şehîd Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hatiye xistin.

Di daxuyaniya fermandariyê de ev agahî hatin parvekirin:

“12’yê Kanûnê saet 19:30’an li asîmanên Amedê ji aliyê hêzên me ve balafira F-16 a aîdî Hêzên Hewayî ya Tirk ku ji 8. Baregaha Jetan a Hewayî radibû û Kurdistan bomberdûman dikir, bi çalakiyeke ji aliyê yekîneya me ya bi navê Şehîd Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hatiye xistin. Ev çalakî di serî de ji bo bîranîna Fermandar Azad Farqîn ê ku li Amedê şehîd bibû û tevahî şehîdên şoreşê hatiye lidarxistin. Yekîneyên me yên ku çalakî lidarxistine bi sax û silametî gihiştine cihên xwe.

Piştî çalakiya me, weke her carê dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet û çapemeniya derewîn serî li rêbazên derew dane û dixwazin bûyerê vegerînin pirsgirêkeke teknîkî. Hewl didin ku kiryarên balafira F-16 a ku Kurdistan bomberdûman dikir, vegerînin xebatên perwedehiyê û di encama pirsgirêkeke teknîkî de ketiye xwarê.”