HPG'ê nasnameya sê gerîlayan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya sê gerîlayên di mehên Gulan û Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hevalên xwe Farûk Kaplan bi nasnav Bozan û Agît Topdemîr bi nasnav Cesûr ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan û hevalê xwe Mehmet Cankûrt bi nasnav Êrîş ê meha Îlonê di berxwedana Ertûşê de jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî bibîr tînin."

Navendê diyar kir, her yek ji gerîlayên wan, ji bo avakirnia siberoja azad, bi erka xwe rabûn, tevlî şerê berxwedanê bûn, bi her awayî fedakarî kirin û li dijî dagirkeriyê bi biryardarî şer kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em soza xwe dubare dikin, ku em ê vê erka dîrokî ku hevalên me Bozan, Cesûr û Êrîş radestî me kirine, bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her sê gerîlayan bi vî rengî ye:

Nasnav: Bozan Brûsk
Nav paşnav: Farûk Kaplan
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Vesîle Gurgun
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cesûr Botan
Nav paşnav: Agît Topdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Leyla-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Êrîş Andok
Nav paşnav: Mehmet Cankûrt
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Taybet-Halîl
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Colemêrg