Li Minbicê 2 şervanên azadiyê hatin oxirkirin
Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê Tekoşer Mehmûd Silêman û Remezan Elo ên di berxwedana gundê El-Hewznê jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê Tekoşer Mehmûd Silêman û Remezan Elo ên di berxwedana gundê El-Hewznê jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Minbicê li Çerxeriya El-Dele ya li taxa Sereb kom bûn. Girseyê ji vir cenazeyên tekoşer Mehmûd Silêman û Remezan Elo ên ku 12ʹyê Kanûnê di berxwedana gundê El-Hewazna ya Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser milan birin goristanê.
Li goristanê merasîa leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê ve hate lidarxistin. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivî û sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û wiha got: ʺJi beriya mehekê leşkerên Tirk ên dagirker êrîşî bajarê Minbic dikirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê yên Diri El-Firat êrîşan pêk tînin. Em jî ji wan re dibêjin ku terora wan wê nikaribe vîna me bişkîne, em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Şervanên me yên wekî van şervanan ku canê xwe feda kirine, wê rê nedin dagirkeran ku vîna me bişkînin. Hêza me ku bi saya van cangoriyan mezin bû ye, wê ti carî têk neçe.ʺ
Di berdewama merasîmê de Serokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî jî axivî û got ku şehîdn Minbicê bi canê xwe hemû gelê xwe parstine û soz da ku wê heta dawiyê şopdarên rêya cangoriyan bin û wiha anî ziman: “Çima dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Minbicê dikirin, hemû raya giştî ya cîhanê bê deng dimîne. Em qebûl nakin ti kes destwerdanê li herêmên me ku ji aliyê şervanên me ve hatiye rizgarkirin bibin.ʺ
Piştî axaftinan nasnameya her 2 şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyên her 2 şervanan bi dilîlî û dirûşman ve hatin definkirin.