Bajarê ji Bedirxaniyan ve dest ji nasnameya xwe bernade...

Cizîrê ku ji Bedirxaniyan ve bi serbilindbûna xwe tê nasîn, li gel hemû avaniyên kavilbûyî û şopa tang û topan dîsa nasnameya xwe diparêze. Ên ku zarokên wan ji dest wan çûyin dibêjin, ‘’Em Kurd in. Gelo ji wan heye ku em ê dest ji vê berdin?"

Ji dîrokê ve ti caran Cizîrê serê xwe ji dagirkeriyê re netewendiye û li dijî dagirkeran, mêtingeran bûye bajarê berxwedan û raperînê. Bi dagirker û mêtingeran nîşan daye ku ew ê ti caran vîna xwe radestî wan nekin. Di her derfet û delîveyê de ji bo ku wan bişikînin wê li ber xwe bidin heta wê roja ku bikaribin li welatê xwe bi azadî û serfirazî bijîn.

Herî dawî 2015’an Cizîrê ev rastiya xwe di asta herî jor de nîşan da û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, bi berxwedana xwe ya mezin navê xwe dîsa bi tîpên zêrîn li dîroka siyasî ya Kurdistanê nivîsand. Ku 14’ê Kanûna 2015’an, 79 rojan, ne got serma, tîbûn, birçîbûn li dijî tang û topên dewleta Tirk a dagirker berxwedana mezin a dîrokî nîşan da û dev ji daxwaz û vîna xwe ya azadkirina nasnameya xwe ya civakî û niştimanê xwe berneda.

LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ BERXWEDAN

Dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê ne tenê bi çekan şer dike lê li gel vê her wiha polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê bi kêmanî bi qasî çekê tund bi kar tîne li ser gelê Cizîrê, da ku gel bişivê, wan ji nasnameya wan a resen a Kurdbûn û Kurdistanîbûn dûr bixîne. Lê gelê Cizîrê çawa ku li dijî tang û topan bi lehengî li ber xwe dide li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê jî li ber xwe dide û ispat dike ku ew ê radestî polîtîkayên dewleta Tirk a asîmîlasyonê jî nebe.

KIRASÊ BINDESTIYÊ LI CIZÎRÊ NAFESILE

Dewleta Tirk a dagirker li ser Cizîrê polîtîkayên xwe yên çewisandinê, çavtirsandinê di asta herî jor de didomîne û dixwaze ku gel çavtirsandî bike, wan ji têkoşîna wan a azadî û rûmetê dûr bixîne lê dîsa jî gel diyar dike ku ew ê ti carî kirasê bindestbûnê li xwe nekin û ew kiras li wan nafesile, tenê kirasê azadiyê dikare li wan bifesile û ew ê vî kirasî dûr nêzîk li bejna û bala xwe bikin û li ber roja azad a Kurdistanê bikevin govenda serfiraziyê.

ZAROKÊN CIZÎRÊ JÎ LI BER XWE DIDIN

Ne tenê gelê Cizîrê, zarokên Cizîrê jî bi wan temenê xwe yê biçûk lê bi dilê xwe yê mezin li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li ber xwe didin û ew jî dizanin ku ew ên di wesayitên zirxî de, rûyên wan veşartî û potînên reş di piyên wan de ne ji xelkê wan in, biyanî ne, dijminê wan e û dema ku bi çav wan dikevin hema çavê xwe li kevirekî digerînin da ku bi ser wan de bibarînin û bi tilîkên xwe yên duçeqilî, wê peyamê didine wan ku ew ê bi ser bikevin.