BI DÎMEN

Dayika Aştiyê: Ji bo Kongreya Neteweyî çi ji destê kê bê divê bike

Ji Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Perîhan Altog got, "Li ku derê Kurdek hebe divê ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bi berpirsyarî rabe. Divê em li binê sîwana kongreyê li hev bicivin û bibin yek."

Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altog a 61 salî, têkildarî Kongreya Neteweyî ji ANF'ê re axivî.

Dayika Perîhan destnîşan kir, ku weke Dayikên Aştiyê, ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke wekhev wan her tim li ber xwe dane û ew ê di vê dema zehmet de jî bi israr li ber xwe bidin.

Altog diyar kir, dema leşker, polîs, gerîla jiyana xwe ji dest didin, yên herî zêde dêşin dayik in, bi taybetî jî Dayikên Aştiyê ne û got, "Bi tenê armanc û daxwazeke me heye; bila ev xwîn bes birije û ewladên me nebin qurbanê sîstemê."

Altog da zanîn, yên duh Şêx Seîd kuştin, îro jî bi heman armancê bi sedan ciwanên Kurd kuştin û got, "Êdî bes e... Bila bes xwîn birije."

'DIVÊ EM DI BIN SÎWANA KONGREYÊ DE BIBIN YEK'

Li ser xebatên ji bo yekîtiya neteweyî jî Dayika Aştiyê Perîhan Altog got, "Hê wê heta kengî ev zilm û komkujî li me bên krin? Heta kengî em ê li pêşberî zîhniyeta ku gelê Kurd qebûl nake, dixwaze tine bike, bêdeng bimînin? Ji vir û pê ve lazim e partî û rêxistinên Kurd hev bi xiyanetê sûcdar nekin, li ber hev ranebin. Êdî bes e. Ez ji wan Kurdên dane dû Erdogan re dibêjim; Dema roj hat û berjewendiyên wan ên bi we qediya; wê we bavêje aliyekî. Yê ji kerî qut bû, wê bikeve nava lepên gur. Ji bilî Xwedê em ne mecbûr in hesab bidin kesî. Xwedê em Kurd afirand. Em Kurd in û ev ax axa me ye. Çavê me ne li xaka kesî ye, me hewl neda axa kesî dagir bikin. Li ku derê Kurdek hebe, ji bo kombûna Kongreya Neteweyî divê ya ji dest tê bike. Em ne hindik in, em gelekî ji çil mîlyonî ne. Divê em êdî guh bidin banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî û di bin sîwana vê kongreyê de li hev bicivin, bibin yek. Bi vî rengî em dikarin xurt bibin û azad bibin."