Şahidan piştrast kirin ku F-16 hatiye xistin
Şahidan piştrast kirin ku balafira F-16 a li Amedê ji aliyê HPG'ê ve hatiye xistin. Yek ji şahidan got, du pîlotên balafirê hebûn û berê çeka xwe dane wan.
Şahidan piştrast kirin ku balafira F-16 a li Amedê ji aliyê HPG'ê ve hatiye xistin. Yek ji şahidan got, du pîlotên balafirê hebûn û berê çeka xwe dane wan.
Balafira şer a F-16, ku ji 8. Baregeha Jet a 2. Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê rabû û piştî bomberdûmanê vegeriya, saet di 19:30 de, li herêma navbera gundên Çarikli û Yeşîldere yên Sûrê, ku bi 2 kîlometreyan dûrî balafirgehê ye, hat xistin. Di kêliyên destpêkê de hat gotin, balafir hatiye xistin. Lê piştre Artêşa Tirk daxuyaniyek da û îdîa kir, ku F-16 ketiye, pîlot bi saxî filitîne û li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Lê belê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê duh daxuyaniyek da û diyar kir, balafira F-16 ji aliyê tîmeke wan ve bi 'rêbazên taybet' hatiye xistin.
Gotinên gundiyên li nêzî cihê bûyerê jî piştrast dikin ku balafir ji aliyê HPG'ê ve hatiye xistin. Herêma balafir lê ketiye, ev 3 roj in dorpêçkirî ye û destûr nayê dayîn kesek xwe bigihîne vê derê. Parçeyên baskê balafirê hê li vê derê ne.
'ME DI DESTPÊKÊ DE DENGÊ ÇEKAN BIHÎST'
Jinek ji gundê Yeşîldereyê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, agahiyên balkêş da. Şahida bûyerê da xuyakirin, ku di wê kêliyê de ji bo hevdana kincên xwe yên raxistî, ew li şaneşînê bû û got, "Berî balafir bikeve, gelekî dengê çekan hat. Balafir ji nizm ve difiriya. Piştre ji nişka ve agir bi teriya balafirê ket. Li hewayê bû du parçe. Û li cihekî ku bi qasî 200 metre dûrî mala me ye, ket xwarê. Ji vî dengî xanî hejiyan."
'PÎLOT GELEKÎ TIRSIYA BÛ, ÇEK LI ME KIŞAND'
Gundiyekî din jî wiha axivî: "Dengê çekan gelekî hat. Piştre me dengê teqînê bihîst. Li ser vê yekê em derketin derve. Yek jin, yek jî mêr 2 pîlotan xwe ji balafirê avêtibûn û bi vî rengî rizgar bûn. Pîlota jin, li nêzî gundê Çarikli ket. Gundiyan ew rizgar kirin. Pîlotê mêr jî li nava darên li pêş gundê me ket. Em çûn cem wî, çek li me kişand û got 'xwe nêz nekin'. Got ku wî agahî daye polîsan. Got, 'Heta polîs tê, xwe nêzî min nekin'. Gelekî tirsiya bû. Di nava panîkê de bû."
'DOR LI GUND HATE GIRTIN'
Şahidekî din jî diyar kir, di nava 15 deqeyan de bi qasî 70 wesayîtên zirxî, polîs û leşker hatine gund û got, "Dor li gund girtin. Cihê balafir lê ket jî girtin. Helîkopter heta serê sibehê li dora gund firiya. Di nava 3 rojên destpêkê de çûn û hatine herêmê girtin. Wê şevê heta sibehê lêgerîn kirin. Hê jî enqazê kom dikin."