KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nexweşxaneya ku AKP’ê ji xwe re kiribû malzmeya hilbijartinê pûç derket
Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku ev 7 sal in avakirina wê didome û AKP di her dema hilbijartinê de ji xwe re dike malzemeya hilbijartinê, derkete holê ku ji bin ve riziyaye û di konteyneran de nexweş têne cezakirin. -
Ji Qendîlê heta Kerkûkê, Kobanê heta Reqayê berxwedana Kurd û têkçênû AKP’ê - 1
Pêvajoya havîn û payiza bihurî, wek navendên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Kurdistanê bû pêvajoyek têkoşînê. -
Îş-Kurê cihê xwe bar kir avahiya AKP’ê
Li Wanê saziya Îş-Kur’ê ku hemû demên xwe li avahiya AKP’ê derbas dike û kesên ji bo kar serî lê didin, berê wan dide avahiya AKP’ê, dibêje ku divê Serokê AKP’ê Zahir Soganda serlêdana welatiyan a kar erê bike. -
Li Minbicê çinareke Kafkasê: Pîra Fatma a Çerkes
Tê gotin li Minbicê Çerkes, Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermen dijîn. Dema ku mirov bigere û bibîne mirov dibîne ku ev tenê gotin e. -
Bi zarokên xwe re li rojavayê Reqayê mil bi mil li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike
Xalid El Ebdela, Erebekî ji gundê Xalid Muxtarê ye. Xalid El Ebdela diyar kir, di pêngava Xezaba Firatê de, di qonaxa duyê ya operasyonê de cihê xwe girtiye û bi 2 zarokên xwe re li dijî çeteyên DAÎŞ’ê mil bi mil şer dike. -
Avesta: Divê nirxên me yên pîroz bi têkoşîn û berxwedana me re bibe yek
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta: Divê Cejna Êzî bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna gelê me, bidestxistina siberojên azad û bingehê yekîtî û tifaqa me. -
Şervana YPS-JIN’ê Engîn ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin
Şervana YPS-JIN’ê Canan Engîn a ku di berxwedana xwerêveberiya Nîsêbînê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê Meletiyê ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Til Şiîr ê Kobanê dike
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî çeperên YPG’ê yên li gundê Til Şiîr yê rojavayê Kobanê dike. -
PDK’ê dest danî lı ser cenazeyê şervanê enternasyonalîst
Li Deriyê Sêmalka asayîşa PDK'ê dest danî ser cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê enternasyonalîst Mîcheal Willam Israel yê bi eslê xwe Amerîkî. -
Parêzerên Amedê ji bo Elçî lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin
Ji bo kuştina Tahir Elçî eşkere bibe, parêzer çalakiyên xwe didomînin. Baroya Amedê li ber edliyeyê, di çalakiyê de got, "divê ev kuştin weke 'kiryar nediyar' nemîne." -
Qendîlê xemla xwe bi berfê girê da..
Li Çiyayê Qendîlê û quntarên wê berfa pêşî ya salê hat. Piştî ku rêze çiyayên bilind û geliyên kûr bi berfê xemilîn, şahiyeke dîtbarî çêbû. -
Ji ber topbaran komên çete sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûrî ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, ji bajarê Ezazê top avêtin gundê Kefer Cenê. Ji ber vê topbaranê welatiyekî jiyana xwe ji dest da. -
Serokwezîrê Tirk di salvegera Komkujiya Mereşê de wê ji bo çeteyan kampekê veke!
Serokwezîrê Tirk Yildirim, wê di salvegera komkujiya Mereşê de, ku Kurdên Elewî hatin qetilkirin, li cih û warên Elewiyan, kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan veke. -
Hevjîna Ahmet Turk: Ji encameke neyînî Erdogan berpirsyar e!
Duh di rapora ÎHD’ê ya têkildarî wekîl û hevşaredarên girtî de agahî hatibû dayin ku Ahmet Turk ji bo tedawiya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê. -
Ehmed: Azadkirina Reqayê azadkirina tevahiya Sûriyeyê ye
Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG/YPJ'ê û yek ji fermandarên Pêngava Xezeba Firatê Newroz Ehmed, ji ANF'ê re axivî. -
YPG: Îdîayên dewleta Tirk derew in
Fermandariya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, îdîayên wezîrê karên derve yê Tirk, ku li ser teqîna li Stenbolê YPG'ê dike hedef, îdîayên derew in. -
Di 2. Komkujiya Roboskî de gumanbar hê nehatiye dîtin!
Tevî ku di ser kuştina 2 ciwanên Roboskî re, ku weke Komkujiya 2. a Roboskî tê binavkirin 200 roj derbas bûn, hê jî gilîname nehatiye amadekirin. -
Îhaleya ku medya AKP'ê jê re got 'Şaredariya DBP'yî nelirêtî kiriye' eşkere bû ji aliyê qeyûm ve hatiye kirin
Îhaleya ku medya AKP'ê jê re got, 'Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî jê qezenc bi dest xistiye" derket holê ku ji aliyê qeyûm Onder Can ve hatiye kirin. -
Pêngava Xezeba Firatê: Gundê Dûxanê hat rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de şervan her bi pêş ve diçin. Gundê Dûxanê hat rizgarkirin û gelek çete hatin kuştin. -
Pêngava Xezeba Firatê di qonaxa duyemîn de ye
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, li gundê Şabdax ê bajarokê Silûkê yê Girê Spî bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin. -
Bi sedan ciwanên Reqayî tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûn
366 ciwanên Reqayî tevlî nava refên Pêngava Xezeba Firatê bûn. -
Ûysal: CPT bi erka xwe ranabe!
Parêzera Ocalan Newroz Ûysal bal kişand ser bêhiqûqiya 18 sal in li Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û diyar kir, ji bo pêşîgirtina vê îşkenceya tecrîdê, CPT bi erka xwe ranabe. -
Polîsan avêtin ser du şaredariyên DBP'yî
Polîsên Tirk avêtin ser şaredariyên Hawêlê û Weyselqaranî yên Sêrtê. Hevşaredara Hawêlê Selva Erdogan hate binçavkirin. -
Di pêngava Reqayê de sivîl azad dibin
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, dewam dike. Şervanan di çarçoveya pêngavê de gelek sivîl rizgar kirin û gihandin herêmên ewle. -
Qeyûmê li Şaredariya Yenîşehîrê ne kêmî hevalên xwe ye
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Yenîşehîr a Amedê Mehmet Ozel, ku di 8'ê Kanûnê de weke qeyûm li Şaredariya Yenîşehîrê hate bicihkirin, di zext û zordariyê de ne kêmî hevalên xwe yên qeyûm e.