Şervana YPS-JIN’ê Engîn ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin
Şervana YPS-JIN’ê Canan Engîn a ku di berxwedana xwerêveberiya Nîsêbînê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê Meletiyê ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin.
Şervana YPS-JIN’ê Canan Engîn a ku di berxwedana xwerêveberiya Nîsêbînê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê Meletiyê ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin.
Cenazeyê Canan Engîn a ku çend meh berê di şerê berxwedana Nîsêbînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA’yê, li Tiba Edlî ya Rihayê hate teşxîskirin, ji hêla malbatê îro hate wergirtin û piştre birin gundê Boyaci ya navçeya Yazihan a Meletiyê . Li têketina gund, dayika Engîn û xizmên wê bi siniya hineyê û dûrişmeyên “Şehîd Namirin” cenazeyê Engîn pêşwazî kirin. Li gel HDP, DBP, MEYA-DER’ê, gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn û ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin.
Piştî rêzgirtinê, cenazeyê endama YPS-JIN’ê Canan Engîn, li kêleka gora xwarziya wê Sonay Engîn (Nucan Malatya) a ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin.