Qendîlê xemla xwe bi berfê girê da..
Li Çiyayê Qendîlê û quntarên wê berfa pêşî ya salê hat. Piştî ku rêze çiyayên bilind û geliyên kûr bi berfê xemilîn, şahiyeke dîtbarî çêbû.
Li Çiyayê Qendîlê û quntarên wê berfa pêşî ya salê hat. Piştî ku rêze çiyayên bilind û geliyên kûr bi berfê xemilîn, şahiyeke dîtbarî çêbû.
Ev demek e ku berf dikete ser bilindcihên Qendîlê, bi xeleka sor a ku li derdora heyvê çebûyî, dihate fêhmkirin tam wextê wê bû ku berf bibare. Pê re, 14’ê Kanûnê piştî baran û mij û moranê, danê êvarî çawa ku reşik kete erdê, kulîyên berfê ji ezmên ber bi çiyê ve hatin xwarê. Berfa ku bi nermî dihat piştî demekê kûlîyên wê bûne bi qasî mezinahiya gwîzekê û heta derengiya şevê bariya. Berbayaniyê jî bi hindikayî dihate payin ku nîvmetro berf ketibe lê beriya sibehê veguherîbû şilopeyê. Tam di wê demê de ku dikira em xemgîn bibûna ku me tehm ji berfê nestandiye, dema ku em çav li berfo lepo lepo ketin, ne pêkan bû ku em weke zarokan şeng nebûna. Di vê rewşê de me berê xwe da çiyayan.
Ji ber heybeta wê ya diyar, li gel ku hinek dema ku navê Qendîlê dibihîsin diqutifin jî, ku kevir jî bi ser Qendîlê de bibarin, zarokên wê hene ku wê neterikînin, li gopîtkên wê gerîlayên wê. Her wiha dema ku pişta xwe dide zarokên xwe, gundiyên Qendîlê ku didine hîskirin weke dara çinarê rehekên wan kûr xwe berdane.