Ji Qendîlê heta Kerkûkê, Kobanê heta Reqayê berxwedana Kurd û têkçênû AKP’ê - 1
Pêvajoya havîn û payiza bihurî, wek navendên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Kurdistanê bû pêvajoyek têkoşînê.
Pêvajoya havîn û payiza bihurî, wek navendên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Kurdistanê bû pêvajoyek têkoşînê.
Her hêz, ji bo karibe di lehê xwe de rewşê biguherîne, her roj polîtîkayên xwe yên stratejîk û taktîk di astek hê cudatir de danî holê. Têkoşîna dijwar a li bargeha navendî Kurdistanê jî niha bi awayekî yekser bandora xwe li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê dike, neyekser jî li Îranê dike. Hêzên hegomonîk ên li Kurdistanê ji bo karibin vê potansiyela diyarker a Tevgera Azadiya Kurd ji holê rakin, rojane bi guhertina polîtîka û taktîkan bi awayekî bêeman dixebite.
Bi taybet jî dewleta Tirk, dixwaze di warê leşkerî û siyasî de Tevgera Azadiya Kurd “bi dawî bike û vê pêvajoya zivistanê bigihîne encamê”. Lê, rewş mîna ku dewleta Tirk ango bloka faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze diguhere? Tevahî derdor, dixwazin fêm bikin ku bê li beramberî êrîşên Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê wê têkoşîn, bicihbûn, polîtîkayên Tevgera Azadiya Kurd- PKK a li navenda van pêşketinên leşkerî û siyasî ya li herêmê wê çawa be.
Erê, em di pêvajoyek girîng re derbas dibin ku navenda wê li Kurdistanê ye, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê di her warî de bandor dike. Operasyona Mûsilê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, sewqiyata leşkerî ya ku artêşa Tirk ji Başîka û qadên din re dike, krîza li Şengalê, nediyariyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, serekeyên rojevê ne. Li Sûriye û Rojava jî, rewşên li Reqa, Minbic, Bab û Helebê rojeva esasî ya tevahî herêm û cîhanê ye. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî sepanînên bloka faşîst a AKP-MHP’ê û li dijî vê jî berxwedana gerîla û gel rewşa li Iraq-Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Rojava bandor dike.
Ji bo li ser navê Ajansa Nûçeyan a Firatê hin nûçe û hevpeyvînan çêbikin, qasî 3 mehan em li Başûrê Kurdistanê, Rojava û dûvre jî li Şengalê geriyan. Di vê pêvajoyê de em ji Qendîlê çûn Silêmanî, ji Kerkûkê çûn Dihokê, ji Dihokê bi ser Qamişloyê çûn Kobanê û Minbicê; ji wir li ser xeta Reqayê çûn Hesekê û Şengalê û dîsa vegeriyan Herêmên Parastinê yên Medyayê û nêzî 3 hezar kîlometreyan me li pey xwe rê hişt.
Me hewl da em bi çavdêriya li van herêman fêm bikin ku bê bandora polîtîkayên dewleta Tirk a li herêmê, rewşa hêzên demokratîk-azadîxwaz a li herêmê çi ne, hêz û aktorên esasî yên pêvajoyê çi difikirin; halê hêzên leşkerî yên li çeperan û gelê herêmê çawa ye.
Ango, ji bo fêmkirina têkîliyên mabeyna rastî giştî ya li sehayê û rewşa medya û polîtîkayên Tirk, me derfet dîtin ku rayedarên KCK’î, HPG’î bibînin. Tevî hemû êrîşên hewayî û operasyonan jî, em bûn xwedî şansa fêmkirinê ku bê gerîlayên li çeperan çi dikin û çi difikirin. Me têkîldarî, rewşa hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bandora wê ya li civakê, asta berxwedana Şengalê; bê wê rewşa dawî ya li Mûsil û Kerkûkê ber bi kû ve biguhere hin not girtin.
Di vê pêvajoyê de me gelek siyasetmedarên Kurd, fermandarên leşkerî, şervan, mirovên ji gelên cuda nas kirin. Derfet çêbûn ku em nûnerên gelek rêxistin, sazî û partiyan bibînin. Me xwest ku em çavdêriyên xwe wek çend beşan bi we re parve bikin.
REWŞA DAWÎ YA LI XETA HEWLÊR-SILÊMANÎ Û QENDÎLÊ
Lazim e em ji destpêkê Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber çavan bigirin. Di pêvajoyek wisa de ku çeteyên DAÎŞ’ê ji gelek milan ve êrîşî nav Kerkûkê dikirin; dewleta Tirk ji bo operasyona li ser Qendîlê rewşa li herêmê proveke dikir, em li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn.
Destpêkê em bi cewherî rewşa li Başûrê Kurdistanê vebêjin. Li Başûrê Kurdistanê di warê siyasî û aborî de nediyariyek gelekî cîdî heye. Li civakê, li beramberî siyasetê bêbawerî û bêhêvitiyek heye. Lê, li dijî êrîşên DAÎŞ’ê gel bi awayekî zêde bihistyar e û amade ye ku her cure bertekê jî bidiyê. Berxwedana ku meha Cotmehê li dijî êrîşên li ser Kerkûkê pêş ket, nîşaneya vê ye. Ji ber gerîlayên PKK’ê li herêmê bûn û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, keyfxweşî û moralekî mezin daye gel. Lê,pirsgirêkên mabeyna partiyên siyasî yên li Başûr dibe sedem ku gel li hemberî saziya siyasetê bêbawer be.
Parlamentoya li Hewlêrê hê ne di meriyetê de ye. Serokê Parlamentoyê hê nikare biçe Hewlêrê. Mijara serokatiya herêmê ya Mesût Barzanî hê çareser nebûye.
Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, nediyariya vê mijarê, ji bo Başûrê Kurdistanê mijarek gelekî girîng e. Pirsgirêkên aborî, mûçeyên mamoste, doktor û memûran ên ji ber vê pirsgirêkê nayên dayîn, aloziya li kolanê zêde dike.
Tam li vir em dibînin ku banga yekîtiya neteweyî û hewldanên di vî warî de yên ku KCK’e ji bo Kurdan bi pêş dixe, di civaka Başûrê Kurdistanê de bi girîngî tê pêşwazîkirin.
‘Krîza Şengalê’ ya PDK’ê xuliqandî, yek ji mijarên esasî ye ku wê di vê dema pêş de derkeve pêşberî me. Em çavdêriyên xwe yên Şengalê di bin serenavekî cuda de kom bikin.
TIRSA QENDÎLÊ YA DEWLETA TIRK Û NÎQAŞÊN OPERASYONÊ
Di vê demê de firsend çêbû ku em li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di kontrola gerîla de bigerin. Pir zehmet e ku ji qadên di bin serweriya PDK’ê de ne xwe bigihîne qadên gerîla, heta hema hema ne mimkûn e. Lê, firehiya erdnîgariyê, sempatiya gelê Başûr a li beramberî gerîla, astengiyên bi vî rengî nas nakin û rê li ber xwestekên di vî warî de vedikin. Me jî bi vi şiklî ji Qendîlê heta Heftanînê xwe gihand gerîlayên ku li qadek bi sedan kîlometreyî xwe bi cih kirine.
Dewleta Tirk, Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê wek ‘Qendîl’ bi nav dike û yên Kurdistanê nizanin difikirin ku gerîla tenê li çiyayên Qendîlê ne û kontrolkirina vê derê gelekî hêsan e. Lê, erdnîgariya ku behsa wê tê kirin, bi sedan kîlometre ye. Çiyayên Qendîlê jî bi nêrîna ji jor ve nêzî 200 kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Ango, yên dibêjin ‘em ê biçin Qendîlê û alê daliqînin’, beriya bigihêjin çaryeka rê dikarin ji ala xwe jî bibin. Ji agahiyek biçûk a nexşerêyê jî bêpar in û dîsa jî ‘analîzan’ dinivîsin, siyasetê dikin.
GERÎLA ÇI DIFIKIRE
Li çiyayên Kurdistanê li gor şertên her herêmekê jiyan hatiye birêxistinkirin. Gerîla, dibîne ku êrîşên hewayî ji her demê zêdetir pêk tên. Gerîla ku li beramberî êrîşên hewayî xwedî ezmûn in, bi awayekî pûçkirina van êrîşa xwe bi cih kirine û jiyana xwe wisa bi rêxistin kirine. Perwerdeya leşkerî û siyasî di her şertî de dewam dike. Bi gotinek gerîlayekî, ji bo perwerdeya leşkerî û siyasî jî ji bo têkoşînê jî gerîla her tim ‘teqez rêyekê dibîne’.
ISRARA GERÎLA YA JI BO ÇÛYINA BAKURÊ KURDISTANÊ!..
Yek ji mijarên sereke ya li kampên gerîla jî ew e ku ‘wê kî biçe Bakur’. Ya dibêjin Bakur jî Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo karibin biçin wir û li dijî dewleta Tirk şer bikin, tu dibêjî qey ketine rêzê. Fermandarên HPG û YJA-Starê dibêjin ku ji bo çûyina sehaya Bakur, rojê ‘bi sedan rapor’ digihêje wan. Lê, her tişt li gor plan û dîsîplînekê pêş dikeve. Çûyin û hatina Bakur jî li gor vê dîsîplîna leşkerî ye. Rêveberiyên gerîla, li gor pêdiviyan hêzê dişîne her qadê. Bi xwezayî, yên li Başûr dimînin ji bo bigihêjin hevrêyên xwe bisebr dibin û vê jî bi şêwazekî vedibêjin.
Me ji fermandarekî gerîla re êrîşên hewayî pirsîn, li ser vê got, daxuyaniyên dewleta Tirk ne rast in û di van êrîşên hewayî de hema hema ti windahiyên wan çênebûne. Dibêje, ‘ji ber ku em tevdîrên xwe pêk tînin û li gor wê tevdigerin’.
ZIVISTANA DAWÎ YA AKP’Ê
Nerînên rêveberiyên KCK û PKK’ê bi daxuyanî û hevpeyvînan tê ragihandin. Ji ber vê em ê li vir dubare nekin. Lê, ji rêveberiyan heta gerîlayekî nû tevlîbûyî, di her kesî de hesasbûn û azweriya têkoşîna li gor pêvajoyê tê dîtin, tê îfadekirin.
Nerîna hevpar; têkoşîna azadiya Kurd êdî hatiye merheleya fînalê û wê ev merhele jî bi serkeftinê tacîdar bibe. Gelek gerîla dibêjin ku wê ev pêvajoya zivistanê bibe ‘zivistana dawî ya AKP’ê’. Mirovên ku bi me re axivîne, xwedî dijmin in, her roj di şer de ne û her roj bi mirinê re hevrû ne. Di ferqa vê de ne. Planên wan ne tenê li ser jiyanê ye. Berevajî, li gor jiyan û serkeftinê xwe bi rêxistin kirine. Jiyanek wan a leşkerî heye, planên wan ên şer hene û bi xwezayî planên xwe bi kesên sivîl re parve nakin. Lê, gelekî bi xwe bawer in, dibêjin ‘ em ê ji ew kesên ku mirinê li ser me ferz dikin, dixwazin Kurdan qir bikin, hesab bixwazin, wan têk bibin.’
Ango, êdî di nav gerîlayan de têgîna zivistan, bihar û havîn nîne, di şer de ne û fikr û hestên ku her kêliyê dikare her tişt pêk were serwer e.
Mijarek din a ku bi meraq me pirsî jî tevlîbûyina gerîla bû. Rayedar diyar dikin ku tevlîbûna gerîla gelekî zêde ye û ji çar aliyên Kurdistanê ciwan pêl bi pêl ber bi çiyayan diherikin.
HEDEFA DEWLETA TIRK RÊVEBERIYA KCK’Ê YE
Gerîlayên PKK’ê di rewşa heyî de li Bakurê Kurdistanê şer dikin, lê li Başûrê Kurdistanê jî li hemberî îhtîmala ‘operasyonek derveyî sînor’ tevdîrên xwe bi pêş dixin. Gelek fermandarên gerîla operasyonek wisa wek îhtîmal dihesibînin. Li her metreyek Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî operasyonek wisa amadekarî hatine kirin. Heta em dibihîzin ku hin gerîla dibêjin ‘ka bila werin, dersa xwe bistînin.’
Lê ne sir e ku artêşa Tirk di vê demê de rêveberiya KCK-PKK’ê dike hedef. Ji bo vê jî îstîxbarata hewayî û bejahî ketiye dewrê. Bi taybet tê destnîşankirin ku dewleta Tirk ji bo vê asêbûna xwe derbas bike, ji bo karibe êrîşek wisa li dar bixe, her cure derfetên xwe sefer kirine, lê wê nikaribe bike.
ROJEVA GERÎLA
Li kampek gerîla, serenavên mijarên rojane yên tên nîqaşkirin wisa ne; êrîşên li dijî Ocalan, krîza siyasî, aborî û leşkerî ya dewleta Tirk, Rojava, bi taybet jî rewşa li dora Bab û Minbicê, operasyona Mûsilê…
PEYAMA JI BO GEL
Gerîla, nerazîbûna li beramberî girtina wekîl û hevşaredarên HDP û DBP’î kêm dibînin û dixwazin di vê mijarê de gel hê bihistyar be. Dîsa gerîla destnîşan dikin ku HDP’e li meclîsê ‘di pozîsyona parastinê de ye’, pêwîst e mûxalefetek hê xurttir û çalaktir ava bike.
Ango, li guregura Tayîp Erdogan, tirs û terora ku bloka faşîst a MHP û AKP’ê li ser civakê ava kirî, nûçeyên şerê taybet ên li ser medyayê nenêrin û nebêjin me pêvajo fêm kiriye. Dewleta Tirk, li xeta Mûsil-Kerkûkê ji ber berxwedana gerîla têk çû. Her çiqasî dixwaze bi gotinên operasyona li dijî Qendîl û qadên din xwe rehet bike jî wê nebîne AKP. Ji ber, dibe ku amadekariyên gerîla yên operasyonên şoreşgerî yên 2012 û 2016’an derbas dikin hebin.
Sibe: Çavdêriyên ji Rojava…