Qeyûmê li Şaredariya Yenîşehîrê ne kêmî hevalên xwe ye
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Yenîşehîr a Amedê Mehmet Ozel, ku di 8'ê Kanûnê de weke qeyûm li Şaredariya Yenîşehîrê hate bicihkirin, di zext û zordariyê de ne kêmî hevalên xwe yên qeyûm e.

Ji roja hatiye tayînkirin û vir ve mohra xwe datîne binê bêhiqûqiyan. Xebatkarên Şaredariyê li ser pêkanînên qeyûmê dewleta Tirk, ji ANF'ê re axivîn:
XEBATKAR DI SERMAYÊ DE LI DERVE TÊN HIŞTIN
"Ozel ji roja destpêkê ve zexta psîkolojîk li xebatkarên şaredariyê dike û hewl dide wan têk bibe. Qeyûm Ozel bi dehan polîs li her qatê şaredariyê bi cih kiriye. Polîsên bi çekên giran li her qada avahiya şaredariyê dinerin, bi awir û gotinên xwe hewl didin xebatkaran sor bikin. Wekî din, danê her sibehê xebatkar di cîhaza X-ray de tên derbaskirin û demeke dirêj di sermayê de li ber deriyê şaredariyê tên sekinandin.
QATEK BI TEMAMÎ VALA KIR Û XEBATKAR LI ODEYÊN BIÇÛK BI CIH KIR
Ozel bi hinceta ewlekariyê hemû odeyên li qatê sêyemîn ê avahiya şaredariyê vala kiriye û ji xwe re veqetandiye. Her wiha ji bo di dema çûn û hatinê de xebatkaran kontrol bike, hemû xebatkarên li vî qatî li odeyên biçûk ên qatê jêrîn bi cih kiriye.
JI BO DERXISTINA JI KAR, LÎSTEYÊN NÛ AMADE KIR
Ozel, ku 20 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist û ji bo yên nû ji kar derxîne lîste da amadekirin, kafeterya şaredariyê da girtin û yek ji ocaxên çay jî kir bi pereyan.
Ozel di her firsendê de dibêje ew ji stajyerên li şaredariyê aciz e û bi gotina 'ez berê xwe bidim ku derê stajyer heye, naxwazim êdî van bibînim' gefê dixwe.
TABELAYA BI NIVÎSA T.C. DI RÊ DE YE
Ozel tabelayên bi Kurdî yên şaredariyê jê kir, mîna li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tabelaya li ser avahiya şaredariyê daxist û aamdekariyê dike, tabelaya bi nivîsa T.C. daliqîne."