Parêzerên Amedê ji bo Elçî lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin

Ji bo kuştina Tahir Elçî eşkere bibe, parêzer çalakiyên xwe didomînin. Baroya Amedê li ber edliyeyê, di çalakiyê de got, "divê ev kuştin weke 'kiryar nediyar' nemîne."

Baroya Amedê ji bo ku kujerê serokê wan ê berê Tahîr Elçî ku 28’ê Mijdara 2015’an, li Sûr, li ber Mînareya Çar Ling hatî kuştin were dîtin û dosyaya lêpirsînê were sivikkirin û bi bandor were were birêvebirin, li ber Edlîyeya Amedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ku Serokê Baroyê Ahmet Ozmen, endamên desteya rêveber û gelek parêzer lê amade bûn, pankart hate vekirin ku li ser wêneyên Elçî hebûn û bi Kurdî, Tirkî hatibû nivîsîn, "Em ê te ji bîr nekin"

'EM Ê BIBANDORTIR TÊBIKOŞIN'

Alîkarê Serokê Baroyê Velat Alan diyar kir, bi mebesta kuştina Tahir Elçî ronak bibe û kujer werin dîtin ev salek e li ber edlîyeyê çalakiyê dikin û got, "Mixabin ku dosyaya lêpirsînê ya Tahir Elçî heta niha gavekê jî bi pêş ve neçûye. Ev kuştin bi ti awayî divê weke 'kiryar nediyar' li holê nemîne."

Alan diyar kir ku ew ê weke baroyê ji bo ku kuştin ronak bibe ew ê bibandor têkoşîna xwe bidomînin.

Parêzeran piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.