Li Erdîşa Wanê gel bi salan de ji ber sedema nexweşxaneyê û kêmbûna doktoran tengezar bûye. Li gorî hejmarên fermî li gel ku nifûsa Erdîşê 173 hezar e û mezintirîn navçeya Wanê ye jî, di qada tenduristiyê de ti razemînî nayên kirin. Ji ber ku HDP di hilbijartina dawî de rekor li wir şikandibû, gel tê cezakirin. Ji ber sedema nexweşxaneya heyî têra navçeyê nedikir, 7’ê Cotmeha 2008’an, li ser Kolana Çinarlî ya li Taxa Kişlayê, bi tevlêbûna Wezîrê Perwerdehiya Millî ya Tirk Huseyîn Çelîk hîmê nexweşxaneya nû hate danîn. 2011’an, di erdhejê de ji ber ku nexweşxaneya heyî jî ziyan dît, xizmeta di prefabrîk û konteynerê de hate dayin. Li gel ku di ser erdhejê re 5 sal derbas bûne jî, nexweşxaneya dewletê ya ku xizmetê dide, gel her roj bêhtir şepirze dike. Li gel ku ev 7 sal in înşeta wê didome jî hê gavekê bi pêş neketine.
PIŞTÎ 7 SALAN DERKET HOLÊ KU HÎM RIZIYAYE
İhaleya çêkirina nexweşxaneyê pêşî karsaz Kamîl Barlin ê ji Denizliyê anî ser xwe, lê piştre ji bo ku avakirina bînahiyê neqediya, dane Rêveberiya Avahiyên Giştî (TOKÎ). Soz hatibû dayin ku Gulana 2015’an Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ya 250 nexweşî ragire, were vekirin. Nexweşxaneya ku di wextê hatibû dayî de nehate vekirin, bi skandaleke dî kete rojevê. Derkete holê ku nexweşxaneya demeke dirêj wiha li holê hatibû hiştin, ji bingehê ve riziyaye. Wekîla HDP’ê Bedîa Ozgokçe ji ber sedema ku nexweşxaneya neqediyaye, 26’ê Îlonê pirsnameyek dabû meclîsê.
NEXWEŞÊN GIRAN DEMA KU SERWKÎ NEXWEŞXANEYÊ DIKIN BI RÊ DE DIMIRIN
TOKÎ ku navenda rantê yei ji bo ku zêde pereyan bi dest bixin înşeatê naqedîne. Bi salan e bizmarek li înşeatê nexistin û ber bi rizandinê ve berdan. Li navçeyê nebûna doktor û polîkîlînakan gel şepirze dike. Doktorên heyî jî ji mecbûrî li derveyî branşên xwe nikarin xizmetê bidin. Li gorî agahiyên ku hatiye bidestxistin, di dema randewiyê de bi însîyatîva xwe bi dehan nexweş bê randewî dihêle. Li gel vê rewşê jî, Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku mecbûr e ji kêşeyên heyî re bibe bersiv, neçar e ku xizmetê ne tenê bide Erdîşiyan lê bide nexweşên ku ji bajar, navçet û gundên din jî tên. Gelek caran nikarin li nexweşên giran binerin û wan dişînin Wanê. Di şertên zivistanî de sewkirina nexweşên giran pir bi rîsk e. Heta niha geleke nexweş bi rê de jiyana xwe ji dest dan.
NEXWEŞ JÎ DOKTOR JÎ DI REWŞEKE TENGAV DE NE
Li nexweşxaneya ku li avahiyeke serobero xizmet tê dayin, ji ber sedema kêmbûna polîkilînîk û personelan randewiyê nikarin bidin gelek nexweşand. Mirovên ku ji bo randewiyê berê sibehê dikevine dorê, li gel ku heta dereng, dema qedandina mesaiyê dimînini jî nikarin randewiyê bistînin. Mirovên ku nikarin randewiyê bistînin ji rewşê personelan berpirsyar dibînin. Li korîdorên nexweşxaneyê her roj dengê qarewarê bilind bibe, kedkarên tenduristiyê û mirov têne pêşberî hev.