RÊZENIVÎS II

Pêngava Xezeba Firatê di qonaxa duyemîn de ye

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, li gundê Şabdax ê bajarokê Silûkê yê Girê Spî bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, li gundê Şabdax ê bajarokê Silûkê yê Girê Spî bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin.

Bi qonaxa duyemîn re wê rojavayê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin û bajar bê dorpêçkirin. Di vê civîna çapemeniyê de daxuyanî ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwendin. Ehmed da xuyakirin, ku piştî rizgarkirina bajêr wê rêveberiya sivîl ji aliyê gelê Reqayê ve bê avakirin.

Ehmed da zanîn, di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê rojavayê bajêr ji çeteyan bê paqijkirin û dor li bajêr bigirin.

KOMÊN TEVLÎ QONAXA DUYEMÎN A PÊNGAVÊ DIBIN

Hin komên nû tevlî qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê bûn. Bi vê yekê re pêngav hê girîntir û stratejîk bû. Tevî Ketîp Şuheda El Fırat, Ketîp Şehid El Cimo, Melîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad û Siwar El Reqa, hin komên nû û 1.500 şervanên Ereb ên Reqayî yên ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatine perwerdekirin, beşdarî pêngavê dibin.

ÇI QEWIMÎ?

Şervanên Xezebat Firatê di encama amadekariyên berfireh de ji 2 baskan ve dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Rizgarkirina Reqayê kirin. Şervan di çarçoveya planên amadekirî de her bi pêş ve diçin.

Di şerê 3 rojên destpêkê de qada ji 22 kîlometreyan, ku ji 16 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk pêk tê, ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di vî şerî de herî kêm 23 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin zevtkirin. Yek ji van çeteyan tevlî malbata xwe, xwe radestî şervanan kir.

Şervanên pêngavê gundên rizgar kirine ji mayînên çeteyan paqij dikin. Di şerê 3 rojan de şervanan dest danîn ser van çek û cebilxaneyên çeteyan:

"12 kleş, bêtêlek, 10 rext, 4 rextên  xwekujî, hejmarek topên hawanan, 4 katyuşa ya bi dest hatiye çekirin û 49 roketên wê, 5 roketavêja B7 û 3 çenteyên wê, doçkayek 12’5 û doçkayek  14’5 û 80 fîşekên wê, wesayîteke Pikc-up, wesayîteke bombebarkirî, akûyek, jeneratorek û înverterek."

Şervan di rizgarkirin û paqijkirina gundan de, bi baldarî tev digerin û jiyana welatiyên sivîl diparêzin.

WÊ ÇI BIQEWIME?

Qonaxa duyemîn di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de dest pê kir.

Di nava vê dema pêngavê de, gelek nîqaş li ser pêngava ku wê hevsengiya siyasî û leşkerî ya şerê li Sûriyeyê biguherîne hate kirin û hê tê kirin.

Piştî rizgarkirina Minbicê, dewleta Tirk bajarê Cerablûs û bajarokê El Raî dagir kir û bi dagirkirina El Babê re dixwaze derbeke giran a leşkerî li hêzên YPG/YPJ'ê bixe û Şoreşa Rojava tesfiye bike.

Lê belê polîtîkaya Rojhilata Navîn a dewleta Tirk ku dixwaze bi çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' ji nû ve zindî bike, bi avabûna Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê û destpêkirina pêngava rizgarkirina paytexta DAIŞ'ê Reqayê re, careke din derbeke giran xwar.

ARMANC ÇI YE, WÊ KÎ BI SER BIKEVE?

Bi vê pêngavê re tê xwestin, sîstemeke ji gelek reng û dengan ji nû ve li Sûriyeyê were avakirin, ku ji aliyê rejîma Baasê û komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam ve ji hev hatiye xistin.

Lewma mirov dikarin bêjin ku ev pêngav li ser bingeha biratiya gelan dest pê kir. Destketiyên heta niha hatine bidestxistin jî, nirxên gelên Sûriyeyê û hemû mirovahiyê ne.

Dema her carê derbek li li çeteyên DAIŞ'ê dikeve, nirxên mirovahiya pêşverû hê bêhtir qezenç dike. Ji xwe çete li her cihê êrîş dikin, yekser êrîşî ol, ziman, nîjad, zayend, çand bi kurtasî êrîşî hemû nirxên mirovahiyê dikin. Pêngava azadiyê û meşa serketinê ya li dijî rêxistineke bi vî rengî ya wehşî, bêguman ji bo mirovahiyê gelekî hêja ye.

Ji xwe her ku kelehên çeteyan hildiweşin, hêviya azadî, edalet û wekheviyê ya gelan mezintir dibe.

Gelên Sûriyeyê li pêşberî vê pêngava azadiyê, ketiye nava hêvî û kêfxweşiyeke mezin.