BI DÎMEN

Ûysal: CPT bi erka xwe ranabe!

Parêzera Ocalan Newroz Ûysal bal kişand ser bêhiqûqiya 18 sal in li Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û diyar kir, ji bo pêşîgirtina vê îşkenceya tecrîdê, CPT bi erka xwe ranabe.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj bi roj tê şidandin. Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzera Ocalan Newroz Ûysal ji ANF'ê re axivî û diyar kir, dewleta Tirk vê bêhiqûqiya 18 salan li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Ûysal işaret bi bêhiqûqiya tecrîda li ser Ocalan kir û diyar kir, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di vê mijarê de bi cidî tevnagere.

'EM BI TI AWAYÎ NIKARIN AGAHIYÊ JI OCALAN BIGIRIN'

Ûysal da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi rengekî rehîne nêzî Rêberê Gelê Kurd dibe û dema dixwaze şer giran bike ya jî li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê şerekî polîtîk bide destpêkirin, tecrîdê dişidîne. Ûysal bibîr xist, ku ji sala 1999'an û vir ve mafê hevdîtin, axaftina bi telefonê û hevdîtina parêzeran tê astengkirin û anî ziman, ev yek ji xwe nîşaneya tecrîdê bû. Ûysal destnîşan kir, ku di vê dema dawî de ew qet agahiyê ji Ocalan nagirin.

'BI HINCETA REWŞA AWARTE SERLÊDAN NAYÊN QEBÛLKIRIN'

Ûysal rewşa krîtîk a piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bibîr xist û ragihand, di rewşeke bi vî rengî de jî daxwaza wan a hevdîtinê ji aliyê dewleta Tirk û saziyên navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin. Parêzer Ûysal bibîr xist, ku bi ragihandina Rewşa Awarte re biryarek dadgehê hatiye girtin û li gorî vê biryarê destûr ji wan û parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê re nayê dayîn ku biçin Îmraliyê û got, "Em her hefte ji bo hevdîtinê, weke parêzer û malbatê serlêdanê dikin. Vê biryarê dikin hincet û daxwaza hevdîtinê red dikin. Weke ku tê zanîn 50 siyasetmedarên Kurd, ji bo pêkhatina hevdîtina bi Birêz Ocalan re ketibûn greva birçîbûnê. Piştî vê grevê, tevî biryara Rewşa Awarte ji bo carekê destûr dan malbatê ku bi wesîleya cejnê biçe hevdîtinê bike. Ji hingî ve em her hefte serlêdanê dikin, lê bi biryara nehiqûqî ya dadgehê re serlêdanên me tên redkirin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dibe, bê bêhiqûqiya li wir di kîjan astê de ye."

'CPT BI ERKA XWE RANABE'

Ûysal bibîr xist, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di sala 2004'an de biryar da û sîstema îzolasyonê weke îşkenceyê pênase kir. Ûysal diyar kir, CPT ku saziyek ser bi Konseya Ewropayê ye, serlêdanên wan ên têkildarî vê rewşa ji aliyê dadgehê ve weke îşkence hatiye qebûlkirin, ji nedîtî ve tê, dide rawestandin. Parêzer Ûysal da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 16'ê Tîrmehê diviyabû CPT bi lezgînî biçûya Girtîgeha Îmraliyê, lê belê heta wextekê ev erka xwe bi cih naniye. Ûysal got, "Me bi wan re rû bi rû hevdîtin kir. Her wiha bi qasî mehekê me timî rapor ji wan re şand û hewl dan rewşê vebêjin. Lê belê CPT di nava meha Îlonê de hat serdana Tirkiyeyê. Di vê serdanê de jî girtiyên li ser navê rêxistina Fethûllah Gulen hatin girtin, ziyaret kir." Ûysal destnîşan kir, ku nuqteya herî krîtîk Girtîgeha Îmraliyê bû, lê belê heyeta CPT neçû Îmraliyê.

'CPT LI ŞÛNA ÇÛYÎNA GIRAVÊ, BI DEWLETA TIRK RE HEVDÎTIN KIR'

Parêzer Newroz Ûysal da xuyakirin, ku dema wan li sedema neçûna Îmraliyê pirsîn, CPT ev bersiv dane wan: "Agahiyên ku rayedarên dewletê dan me, bi têra me dike. Me jî ji bo neçûnê hincetek ji xwe re dît." Ûysal got, "Vê bersivê dibin me. CPT ku hebûna wê ji bo pêşîgirtina li şîdeta li girtîgehan e, ku mafê xwe heye bêyî destûrê ji dewletekê bigire yekser girtîgehekê ziyaret bike, radibe dibêje agahiyên dewletekê daye wan, ji bo wan têrker e. Wezîfeya CPT ne ew e ku bipirse bê Birêz Ocalan dijî. Wezîfeya CPT ew e ku pêşî li îşkenceya li wê derê bigire. Em dîsa jî her meh bi rêk û pêk raporên xwe dişînin ji CPT re. Lê belê ji bilî gotina 'em rewşê lêkolîn dikin, dinirxînin', ti agahiyê nadin me."

'PÊŞÎGIRTINA LI ŞER BI RAKIRINA TECRÎDÊ DIBE'

Parêzer Newroz Ûysal diyar kir, pêvajoya çareseriyê ya 2 salan nîşan da, ku Ocalan xwedî roleke çawa ya aktîf e û bibîr xist, şer piştî birîna hevdîtinên bi Ocalan re giran bû.

Ûysal destnîşan kir, ku di nava salekê de şerê li Kurdistanê gihîştiye asta tinekirinê û faşîzm gav bi gav serdest dibe.

Parêzer Ûysal herî dawî diyar kir, yekane rêya rizgariya Tirkiye û Kurdistanê ji pêvajoya şer, rakriina tecrîda li ser Ocalan e.