Onder Can ê ku ji aliyê AKP'ê ve di meha Îlonê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî hat bicihkirin, gelek projeyên şaredariyê betal kir. Medya nêzî wî jî nûçeyên li ser îîayên 'Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî karê ne li rê kiriye' diweşîne.
Li gorî îdîayên di medya AKP'ê de cih digirin, Şaredariya Rêya Armûşê ji bo îhaleyan nede fîrmayên ji Wanê, bê ûsilî kiriye, îhale daye fîrmayên Amedî û bi vî rengî qezenc jê kiriye.
Şaredariya DBP'yî ya Rêya Armûşê 2.5 salan wezîfe kir û di nav vê demê de gelek îhale pêk anî. Kî xwest tevlî van îhaleyan bûn û fîrmayên buhayê herî kêm dan, ev îhale qezenc kirin.
Fîrmaya ku medya AKP'ê ji bo wan dibêje 'Îhale daye Amediyan û bi vî rengî qezenc kirine" bal kêş e, Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî jî îhale daye heman fîrmê.
Vê fîrmayê hem ji Şaredariya Bajarê Mezin, hem ji Şaredariya Tûşbayê, hem jî ji Şaredariya Artemêtanê îlahe girtiye, ji ber ku dosyaya xwe bi têrkerî pêşkêş kir û teklîfa herî bi avantaj radest kir.
Tişta herî balkêş jî ew e, yek ji van îhaleyan jî ji aliyê Qeyûm ve hatiye radestkirin.
Dema mirov li malpera fermî ya Saziya Îhaleyan a Cemaweriyê (KÎK) dinêrin, bi rengekî eşkere tê dîtin ku Qeyûm Onder Can di 28'ê Îlona 2016'an de îhaleya 11'ê Mijdara 2016'an erê kiriye.
Tevî vê rastiyê jî medya AKP'ê îdîa dike ku Şaredariya DBP'yî ji vê îhaleyê qezenc kiriye.
Di heman demê de, bêyî ku hay ji xwe hebe, karên nelirê yên qeyûm jî deşîfre dike.