Serokwezîrê Tirk di salvegera Komkujiya Mereşê de wê ji bo çeteyan kampekê veke!

Serokwezîrê Tirk Yildirim, wê di salvegera komkujiya Mereşê de, ku Kurdên Elewî hatin qetilkirin, li cih û warên Elewiyan, kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan veke.

Di salvegera Komkujiya Mereşê de, ku komên faşîst û nîjadperest bi plana dewleta kûr di navbera 19-26'ê Kanûna 1978'an de hefteyekê êrîşî Kurdên Elewî kirin û komkujî kirin, destûr nayê dayîn ku qurbanî bê bîranîn. Lê belê di salvegera komkujiyê de wê Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim bê Mereşê û kampa AFAD'ê ya li herêma Terolar a navçeya Dûlkadîroglûllari, ku ji bo 30 hezar çeteyan hatiye çêkirin, bi merasîmekê veke.

GELO WÊ ÇETEYÊN JI HELEBÊ TÎNIN LI VÊ KAMPÊ BI CIH BIKIN?

Balkêş e ev merasîma vekirina kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan, di demeke ku komên çete ji Helebê tên derxistin de pêk tê. Lewma tê gotin, dibe ku ev kamp ji bo van çeteyên ji Helebê tên anîn, bê vekirin.

Wekî din tê gotin, komên çete yên ji Helebê tevî vê kampê, li gundên Elewiyan ên vala yên li derdora vê kampê werin bicihkirin.