KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
3 hevşaredarên din jî hatin binçavkirin
Hevşaredarê Motkî Ozcan Bîrlîk, Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr û Hevşaredarê Bajarokê Yolalanê Felemez Aydin hatin binçavkirin. -
PJAK'ê piştgirî da banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî
PJAK'ê piştgirî da banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî û bi taybetî bang li rêxistin û partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku bi erka xwe rabin. -
Qamişlo: Biratiya li eniya şer wê bandorê li civakê jî bike
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Aron Qamişlo ku li eniya şer a Pêngava Xezeba Firatê ye got, "Em weke şervanên ji hemû gelên herêmê, bi hev re, mil bi mil, ji hev piştrast, li dijî DAIŞ'ê şer dikin." -
AKP'ê şaredariyên Wanê kiriye mal û milkên xwe!
Li Şaredariyên Wanê, ku bi rêya qeyûm hatine desteserkirin, biryara li ser girtina kar a karkeran ji aliyê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan ve tê dayîn. -
Gundê Xirbet Ceheşa hate rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê gundê Xirbet Ceheşa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
'Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em tevlî QSD'ê bibin û welatê xwe biparêzin'
Endamê rêveberiya Buroya Ciwanan a Konseya Welat a Ereb Yahya Naîf Mahmûd bang li ciwanên Sûriyeyê bi taybetî ciwanên Ereb kir, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tevlî nava refên QSD'ê bibin û li ber xwe bidin. -
Şervanên Xezeba Firatê her bi pêş ve diçin
Pêngava Xezeba Firatê di qonaxa duyemîn de dewam dike. -
'Em niha azad in, em ê biryarê bidin bê çawa bijîn'
Şêniyên gundên li bejahiya Reqayê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, spasiya şervanên pêngavê dikin, şervanan vedixwînin malên xwe, çay û xwarinê didin wan. -
Şervanê HAT’ê Cudî Dêrik li Dêrikê spartin axê
Bi hezaran şêniyên Dêrikê, herêma Berav, Koçeratan û Girkê Legê cenazeyê şervanê HAT`ê Cûdî Dêrik li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. -
Cenazeyê şervana YPS’ê Tîmûrtaş li Cizîrê hat veşartin
Cenazeyê şervana YPS’ê Nesîbe Tîmûrtaş a ku 4’ê Kanûnê li navçeya Wêranşar a Rihayê jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê hat veşartin. -
Gundên El Ehmediyê û Xirbet Bakera hatin rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê gundên El Ehmediyê û Xirbet Bakera jî rizgar kirin, li gundê Xirbet Ceheşa jî şerê dijwar diqewime. -
Pêşveçûna şervanên Xezeba Firatê didome
Pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bê navber bi lez û bez didome. -
Hevşaredarê Wêranşarê Cîn jî hat binçavkirin
Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn jî hat binçavkirin. -
Di 3 rojên pêngava Xezeba Firatê de 16 gund hatin rizgarkirin
Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de qadeke ji 22 kîlometreyan ku ji 16 gund û gelek gundikan pêk tê, hat rizgarkirin. -
Hevşaredarê Xelfetiyê Bayram jî di nav de 10 kes hatin girtin
Li Riha û navçeyên wê, roja 2'ê Mijdarê 18 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Hevşaredarê BDP’ê yê Xelfetiyê Mûstefa Bayram jî di nav de 10 kes hatin girtin. -
Hemereş ê YNK'yî: Kongreya Neteweyî zarûriyetek e
Mistefa Hemereş ê YNK'yî got, "Kongreya Neteweyî wê serketineke mezin bide Kurdan" û destnîşan kir, ku kongreya neteweyî êdî ji aliyê dîrokî ve zarûriyetek e. -
'Girtîgeh bûn cihê îşkenceyê'
ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê û Odeya Tabîban, li ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û daxwazên xwe, daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Cizîrê: Bajarê ku artêşa NATO’yê têk birî!
Di ser şerê Cizîrê re salek derbas bû. Li pey vî şerî artêşa NATO’yê ya têkçûyî û dengê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc ku digot, "Gelê Cizîrê ev 60 roj in li gel serma, tî û birçîbûnê li ber xwe dide û çoka xwe nedanî" ma. -
'Bi Rewşa Awarte re mafên mirovan radikin'
Serokê berê yê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe got, "Tirkiye bi BHQ'yên ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de têne derxistin, tê birêvebirin, AKP/Qesr bi van polîtîkayan mafên mirovan rakiriye." -
Dozgeriya Tirk ji bo wekîla HDP'ê Konca bê girtin, radestî dadgehê kir
Dozgeriya dewleta Tirk, ji bo Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê bê girtin, ew radestî dadgehê kir. -
Hevşaredarê Artûklû hate girtin
Hevşaredarê navçeya Artûklû ya Mêrdînê Emîn ırmak hate girtin. -
'Konsepta nû ya cerdevaniyê ya AKP'ê wê li Mêrdînê pûç bibe'
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Aslan nerazîbûn nîşanî konsepta nû ya AKP'ê ya cerdevaniyê da û diyar kir, AKP a ku li pêşberî berxwedana gelê Kurd têk çûye, wê nikaribe xwe bi konseptên şerê qirêj ê berê rizgar bike. -
Ciwanên Başûrî destek dan banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî
Ciwanên li Başûrê Kurdistanê gotin, "Ji bo pûçkirina êrîşên li ser Kurdistanê, yekîtiya neteweyî şert e. Lazim e partiyên siyasî ji bo yekîtiya neteweyî berjewendiyên xwe deynin aliyekî." -
Dadgeriya Tirk biryar da bi zorê 8 parlamenterên HDP'yî bîne
2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya dewleta Tirk, biryar da ku 8 parlamenterên HDP'yî bi zorê werin anîn. -
Zanîngeha Rojava li dijî sîstema dagirkeriyê alternatîf e
Zanîngeh di 21’ê Adara 2016'an de bi awayek fermî bi 400 xwendekaran û 80 mamosteyan dest bi perwerdeya xwe kir. Endamên koordînasyonê, hevserokatî û mamosteyên zanîngehê li ser armanc, pergal û avakirina zanîngehê ji ANF'ê re axivîn.