AKP'ê şaredariyên Wanê kiriye mal û milkên xwe!

Li Şaredariyên Wanê, ku bi rêya qeyûm hatine desteserkirin, biryara li ser girtina kar a karkeran ji aliyê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan ve tê dayîn.

Şaredariyên Wanê, ku di sala 2004'an de bi kedeke mezin a gel hatin qezenckirin, bi rêya qeyûman veguherîne biryargehên hikûmetê. Di destpêkê de şaredariyên Rêya Armûşê, Artemêtan, Qelqelî û Erdîşê, piştre jî di 17'ê Mijdarê de Şaredariya Bajarê Mezin a wanê bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. Piştî ku qeyûm hatin tayînkirin, avahiyên şaredariyan bi bendan hatin girtin û 24 saetan nobed li ber tên girtin. Piraniya karên şaredariyan jî sekinîn. Gelê ku beriya niha ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên xwe berê xwe dida şaredariyê, niha ji tirsa ji kolana avahiyên şaredariyê lê ne jî nikare derbas bibe. Qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê hate bicihkirin, bi pêkanînên xwe dibe sedema nerazîbûnên mezin ên gel.

AGAHIYÊN LI SER XEBATKARAN JI EMNIYETÊ RE RAGIHAND

Qeyûmê ku dest danî ser şaredariyê, weke karê destpêkê rabû agahiyên hemû personelên şaredariyê ji Amîriya Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê re şand. Tevî ku têkildarî xebatkaran ti lêpirsîn nîne jî, li gorî agahiyên ji emniyetê wergirtî, qeyûm dest bi avêtina ji kar a karkeran kir. 56 karmendên xwedî peyman, ku beşeke mezin a rêveberiya şaredariyê ne, ji wan re hate ragihandin ku ji 1'ê Çileya 2017'an û pê ve naxebitin. Di heman demê de 103 karkerên paqijiyê yên li Midûriyeta Hawirdor û Paqijiyê dixebitin jî ji kar hatin derxistin. Ji ber derxistina karkeran, karê li ser milê karkerên mayî qat bi qat zêde bû. Ji karkerên paqijiyê Îbrahîm Taytoglû ji ber karê giran neçar ma bi şev bixebite, di binê qemyona hevdana sergo de ma û jiyana xwe ji dest da.

AKP'YÎ BIRYARA GIRTINA KARKERAN DIDIN

Qeyûmê Tirk, kesên ji aliyê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan ve hatine diyarkirin, digire kar. Beriya her kesî jî xizmên rêveber û parlamenterên AKP'yî di kar de tên bicihkirin. Her wiha dema kesekî digirin kar jî, jê dipirse bê ji malbata wî kesekî polîs, leşker an jî cerdevanê mirî ye heye yan na. Şaredarî bi kesên ku ji xizmetên herêmî fêhm nakin, hatiye dagirtin. Lewma karê şaredariyê nameşe. Berfa ku berî du rojan li bajêr bariya, hê nehatiye rakirin û bajar ji berfê nehatiye paqijkirin. Ji ber ku cihê bazarê jî bi berfê dagirtiye, esnaf nikarin dezgehên xwe deynin. Esnafên ku hêviya xwe ji şaredariyê nema ye, neçar dimîne bi xwe herêmê paqij bikin.

XIZMETÊN JI BO GEL YEK BI YEK TÊN QEDANDIN

Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ku beriya qeyûm her meh xwe digihan 2 hezar 600 kesên xizan û alîkariya xurek û pere bi wan re dikir, ji aliyê qeyûm ve karê wê hat sekinandin. Şaredarî alîkarî bi temamî birî û berê malbatên ji bo alîkariyê tên dide qeymeqamtiyê û bi vî rengî hewl dide hewcedarî dewletê bike. Wekî din Midûriyeta Xizmetên Tenduristiyê ku bi rengekî bêpere xizmeta tenduristiyê dide gel, girt û xebatkarên li vir jî radestî Midûriyeta Zabita kir. Li taxa Sixkê jî deriyê Kabîna Tenduristiyê hate girtin.

XEBATÊN JINAN HATIN SEKINANDIN

Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinan, di pratîkê de hate tevizandin. Navenda Jiyanê ya Jinê Maya ya ser bi vê midûriyetê, ku beriya niha desteka psîkolojîk dida gelek jinan û di mijara şîdeta nava malbatê de destek dida jinan, hate girtin. Vê navendê ji bo çareserkirina pirsgirêkan destek dida jinan û gelek aktîvîteyên civakî lidar dixist.

12 PROJE HATIN BETALKIRIN

12 projeyên ku şaredariya DBP'yî budçe jê re veqetandibû, ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin. Projeyên; avahiya navendî ya Şaredariya Rêya Armûşê, Qada Jiyanê ya Jinê, Kolana Çandê ya Wanê, Wargeha Xwendekarên Jin, Şanoya Amfî, Bazara Taxe ya Sergirtî, Firina Gel, Pirtûkxaneya Bajêr, Navenda Jiyanê ya Bê Astengî, Navenda Tenduristiyê ya Malbatê û Jinê, çandina 50 hezar darên mezin ên çamê li quntar Çiyayê Erekê û Navenda Perwerdeyê ya Pîşeyî ji ber sedemeke nediyar hatin betalkirin. Yekane îhaleya ku niha di meriyetê de ye, îhaleya asfaltê ye.

ÇAV BERDAN PEREYÊ GEL

Qeyûm çawa hat, çav berda çend qurişên li bêrîka gel. Ji bo vê jî şaredariyê bana emlaqê kir bahane û bi tîmeke xwe ya taybet, hewl da 35 mîlyon TL ji gel kom bike. Ji hemû welatiyên li navçeya Rêya Armûşê dimînin, ji bo dayîna baca emlaqê heta niha ji 12 kesan re agahî hatiye şandin.