Şervanên Xezeba Firatê her bi pêş ve diçin

Pêngava Xezeba Firatê di qonaxa duyemîn de dewam dike.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, di operasyonên pêngavê de 16 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Navê gundên hatin rizgarkirin bi vî rengî ye: Merwaniyê, Cibil Kiraca, Hemrê ya Biçûk, Hemrê ya Mezin, Qervedanê, Deraniyê, Başdulkê, Beclikiyê, Arnê, Segul, Bîr Şelal, Bîr Ûm Selîm, Ecac, Sefaxir, Şellalê, Mecbenî.

Ji objektîfa ANF'ê pêş ve çûna şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê...