Di 3 rojên pêngava Xezeba Firatê de 16 gund hatin rizgarkirin

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de qadeke ji 22 kîlometreyan ku ji 16 gund û gelek gundikan pêk tê, hat rizgarkirin.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, di roja çaremîn de bi rengekî serketî dewam dike.

Şervanên Odeya Çalakiyê li gorî plana danîne pêşiya xwe,derdora Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin.

Di nava 3 rojên dawî de qada ji 22 kîlometreyan, ku ji 16 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk pêk tê, ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di vî şerî de herî kêm 23 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin zevtkirin. Yek ji van çeteyan tevlî malbata xwe, xwe radestî şervanan kir.

Şervanên pêngavê gundên rizgar kirine ji mayînên çeteyan paqij dikin. Di şerê 3 rojan de şervanan dest danîn ser van çek û cebilxaneyên çeteyan:

"12 kleş, bêtêlek, 10 rext, 4 rextên  xwekujî, hejmarek topên hawanan, 4 katyuşa ya bi dest hatiye çekirin û 49 roketên wê, 5 roketavêja B7 û 3 çenteyên wê, doçkayek 12’5 û doçkayek  14’5 û 80 fîşekên wê, wesayîteke Pikc-up, wesayîteke bombebarkirî, akûyek, jeneratorek û înverterek."

Şervan di rizgarkirin û paqijkirina gundan de, bi baldarî tev digerin û jiyana welatiyên sivîl diparêzin.