Cenazeyê şervana YPS’ê Tîmûrtaş li Cizîrê hat veşartin
Cenazeyê şervana YPS’ê Nesîbe Tîmûrtaş a ku 4’ê Kanûnê li navçeya Wêranşar a Rihayê jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê hat veşartin.
Cenazeyê şervana YPS’ê Nesîbe Tîmûrtaş a ku 4’ê Kanûnê li navçeya Wêranşar a Rihayê jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê hat veşartin.
Cenazeyê şervana YPS’ê Nesîbe Tîmûrtaş (Roza Botan) a ku 4’ê Kanûnê li navçeya Wêranşar a Rihayê di serdegirtina malan de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla malbatê ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hat wergirtin û anîn navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Cenazeyê Tîmûrtaş a ku di bin dorpêça polîsên Tirk de anîn Goristana Şehîdlîk a li Taxa Dagkapiyê, ji hêla hevalên wê û gelek kesan hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Tîmûrtaş piştî wecîbeyên olî bi duayan hat veşartin.
Hat diyarkirin ku wê malbata Tîmûrtaş sersaxiyan li Antalyayê qebûl bikin.