'Konsepta nû ya cerdevaniyê ya AKP'ê wê li Mêrdînê pûç bibe'
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Aslan nerazîbûn nîşanî konsepta nû ya AKP'ê ya cerdevaniyê da û diyar kir, AKP a ku li pêşberî berxwedana gelê Kurd têk çûye, wê nikaribe xwe bi konseptên şerê qirêj ê berê rizgar bike.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
sêşem, 13 berfanbarê 2016, 09:04
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan, konsepta nû ya cerdevaniyê ya AKP'ê, ku li Mêrdînê xistiye meriyetê, nirxand. Aslan da xuyakirin, ku gel û ciwanên Kurd wê vê konsepta qirêj pûç bikin û got, AKP bi vê polîtîkaya qirêj wê nikaribe tiştekî bi dest bixe.
Aslan bibîr xist, ku polîtîkaya cerdevaniyê li her qada jiyanê weke polîtîkayeke berfireh a dewletê di her demê de hatiye meşandin û destnîşan kir, ku bi cerdevanîkirinê re dewlet dixwaze mirovên Kurd bibe xwedî karakterekî bê rûmet.
Aslan bal kişand ser armancên vê polîtîkayê û got, "Bi vê yekê re dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bikuje. Dixwaze di navbera Kurdan de şikestinekê çêbike. Dewletê ev polîtîka di her serdemê de meşandiye. AKP dixwaze careke din vê polîtîkayê bi rengekî hê berfireh bimeşîne."
'CERDEVANÎ ÇAVKANIYA SÛCÊN QIRÊJ E'
Alan diyar kir, cerdevabû di heman demê de bûye çavkaniya sûc û da zanîn, sûcên destavêtin, revandin, desteserkirin, narkotîk û bazirganiya çekan ji aliyê cerdevanan ve bi zirxa parastinê ya cerdevaniyê, tên kirin.
Alî Aslan ragihand, cerdevanî bûye mekanîzma bingehîn ku hewl dide civaka Kurdistanê birizîne, tevlî nava sûc bike û got, cerdevanî di dîroka Kurdistanê de weke sîstemeke îxanetê bi destê dewletê li dijî daxwaza azadiyê ya Kurdan hatiye avakirin.
'AKP VÊ KONSEPTA QIRÊJ HÊ BI QIRÊJ DIMEŞÎNE'
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan bibîr xist, ku sîstema cerdevaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve di her serdemê de hatiye bikaranîn, lê belê ev polîtîka ti carî bi ser neketiye.
Aslan got, "Ev konsept nîşan dide ku dewlet tengav bûye û rêyeke xwe ya din nema ye. Dewlet, di her serdemê de gava tengav bû, serî li vê polîtîkaya qirêj daye." Aslan aqûbeta hikûmetên beriya niha yên di înkar û tinekirinê de israr kirin bibîr xist û anî ziman, AKP jî niha di heman pêvajoya xitimandin û ji holê rabûnê de ye. Aslan da zanîn, AKP dixwaze konsepta cerdevaniyê ya qirêj ji nû ve bixe meriyetê û bi vî rengî encamekê bi dest bixe.
Aslan ragihand, AKP mîna li her qadên jiyanê, li vê qadê jî polîtîkayên qirêj ên kevneşop ên dewletê bi rengekî qirêj û kûr dimeşîne û destnîşan kir, ku cerdevaniyê jî bi rengekî herî qirêj li ser civaka Kurd ferz dike.
'DIXWAZIN ARTÊŞEKE XIYANETÊ JI CIWANÊN KURD AVA BIKIN'
Aslan li ser konsepta nû ya cerdevaniyê ku AKP'ê li Mêrdînê xistiye meriyetê agahî da û got, "Li gorî vê konseptê, ji yên beriya niha cerdevanan bûn re tazmînat tê dayîn û wan teqawît dikin. Li şûna wan, zarokên wan ên ciwan dikin cerdevan. Dixwazin ji van ciwanên Kurd artêşekê ava bikin."
Aslan anî ziman, AKP herî zêde cerdevanî û xiyanetê li Kurdistanê derdixîne pêş û anî ziman, di dema AKP'ê ne tenê li hin gundan, li hin bajarên Kurdistanê jî hewl tê dayîn cerdevanî were bicihkirin.
'CIWANÊN KURD WÊ LI BER VÊ SÎSTEMA ÎXANETÊ RABIN'
Alsan destnîşan kir, ku ew bawer e, wê gel û ciwanên Kurd li dijî vê polîtîka û hesabê qirêj derkevin û wiha dewam kir: "Ciwanên Kurd ên bavê wan di demekê de cerdevan bûn, vê pêkanînê qebûl nakin. Agahiyên gihîştine ber destê me bi vî rengî ne. Ti ji ciwanên me wê vê konsepta îxaneta li gelê xwe û bêrûmetiyê qebûl nekin."