Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Aron Qamişlo ji ANF'ê re axivî û anî ziman, Pêngava Xezeba Firatê bi paqijkirina bejahiya Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê dewam dike û gav bi gav bi pêş ve diçe.
Di vê qonaxa pêngavê de, şervanên ji gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, bi tabûrên xwe yên xweser cihê xwe li eniya şer digirin. Yek ji van rêxistiniya xweser jî Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û şervanên wan e.
Aron Qamişlo ku fermandariyê ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî yên li eniya şer re dike, armanca tevlîbûna xwe ya li pêngavê vegot: "Em yek ji gelên herî kevn ên vê axê ne. Li ser vê axê bi gelên din re mîna xwişk-bira jiyan. Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û şervanên wê, ji destpêkê ve di nava pêngava Reqayê de cih digirin. Ji roja destpêkirinê û vir ve, beşeke girîng a bejahiya Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Gelê li vê herêmê dijî, azad bû. Em bi şervanên ji gelên din ên tevlî pêngavê bûne re mil bi mil, ji hev piştrast li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Em çiqasî bi hev re di nava şer de bin, xwişk-biratiya me jî di heman astê de xurt dibe. Em ji xwe bawer in, em ê Reqayê rizgar bikin. Çeteyên DAIŞ'ê nikarin li ber pêngavê bisekinin."
Qamişlo da zanîn, şer wê biratiya li nava civakê xurtir bike û got, "Gelên li Rojava dijîn, di vê pêngavê de li gel hev in. Biratî li vir xurtir dibe. Çawa ku me berê bi hev re mîna xwişk-bira li ser axa Mezopotamyayê bi hev re jiyan, em ê niha hê bi xurtî bi hev re bijîn. Em ê pişta xwe bidin hev. Xwişk û biratiya me ya li qada şer wê di nava jiyana asayî de xurtir bibe."