Gundên El Ehmediyê û Xirbet Bakera hatin rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê gundên El Ehmediyê û Xirbet Bakera jî rizgar kirin, li gundê Xirbet Ceheşa jî şerê dijwar diqewime.
Şervanên Xezeba Firatê gundên El Ehmediyê û Xirbet Bakera jî rizgar kirin, li gundê Xirbet Ceheşa jî şerê dijwar diqewime.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Ehmediyê û gundê Xirbet Bakera yên 50 km dikevin bakurêrojavayê Reqayê rizgar kirin.
Şervan gihîştine gundê Xirbet Ceheşa û şerekî dijwar li wî gundî diqewimê. Li gorî agahiyên ji qada şer hatine wergirtin gelek çete hatine kuştin û hêjmara kuştiyên wan ne diyar e.