PJAK'ê piştgirî da banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî
PJAK'ê piştgirî da banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî û bi taybetî bang li rêxistin û partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku bi erka xwe rabin.
PJAK'ê piştgirî da banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî û bi taybetî bang li rêxistin û partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku bi erka xwe rabin.
Banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya ji bo civandina Kongreya Neteweyî li çar aliyên Kurdistanê deng veda. Piştgiriya ji bo vê bangê roj bi roj zêde dibe.
Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Sedan sale gelê me bi xebatên siyasî û leşkerî xwastiye xwe bidin nasandin û xwe wekî pêkhateyeke civakî li cihanê bidin pejirandin. Gelê me di pir ezmûnên mezin re derbas bûye ku heya niha hebûna xwe bidomîne."
Daxuyanî wiha dewam dike; "Lê di çend salên derbasbûyî de jiber guftûgokirina xebat û peywendiyên di nava tevger, şoreşger û gel de, guhertin mezin di nava xebatên gelê Kurd de çêbûne. Ji bo zimanekî nû di nava siyaseta Kurd de bafire, hewldanek hatiye destpêkirin. Ev jî bûye sedem ku hişyariyek neteweyî û pêkhatina tekoşîna hevbeş a her çar parçeyên Kurdistanê derkeve holê."
Hevserokatiya PJAK'ê da xuyakirin, ku pêkanîna Kongreya Neteweyî, di qonaxa heyî de erkekî girîng e û ragihand, ew ê di vê pêvajoyê de ji bo yekîtiya neteweyî bikeve nava hewldanan.
Di daxuyaniya PJAK'ê de bi taybetî bang li partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku li derveyî berjewendiyên partiyan tevbigerin û rola xwe ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî nîşan bidin.