'Girtîgeh bûn cihê îşkenceyê'

ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê û Odeya Tabîban, li ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û daxwazên xwe, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Şaxê Amedê yê ÎHD'ê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amedê û Odeya Tabîban civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin. Civîn bi wesîleya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan pêk hat û nûnerên saziyan tevlî bûn.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê rêveberê ÎHD'ê yê Amedê û endamê Komîsyona Girtîgehan Parêer Mûhterem Suren ve hate xwendin.

'VEGUHERÎN ÎŞKENCEXANEYAN'

Suren destnîşan kir, girtîgehên li Tirkiyeyê cihên herî zêde mafên mirovan lê tên binpêkirin e û got, "Girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne îşkencexaneyan ku mafê jiyanê lê tê binpêkirin û bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê rûmeta mirovan tê şikandin."

Suren da zanîn, mirin, sewq, sirgûn, îşkence, pêkanînên xerab, tecrîd û îzoloasyon, astengiya li pêşiya hevdîtina malbatan, binpêkirina mafê ragihandinê û lêpirsînên dîsîplînê hê jî li girtîgehan dewam dikin.

'HIKÛMET ÎŞKENCEYÊ REWA DIKE'

Suren da zanîn, ku li gelek girtîgeh û navendên binçavkirinê bûyerên îşkenceyê hatine tespîtkirin, li ser wan rapor hatine amadekirin, lê belê rayedarên hikûmetê têkildarî mijarê daxuyaniyên ku îşkenceyê rewa dikin, dane.

Suren got, "Tecrîda li ser girtiyan, di asta ku dikare derûniya mirovan têk bibe, dijwar e. Em dibêjin, tecrîd jî sûcê li dijî mirovahiyê ye û bang li hikûmetê dikin, ku derhal van kiryarên xwe biterikîne."

Di daxuyaniya hevpar de li ser rewşa girtiyên nexweş agahî hat dayîn û hat gotin, "Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan bi raya giştî re parve kir, 905 girtiyên nexwşe ku 232 ji wan bi nexweşiyên giran e, hê di girtîgehan de ne. Em careke din dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û derfetên tedawiyê ji wan re bên dayîn."

DAXWAZ

Di civînê de ev daxwaz hatin kirin:

-Beriya her tiştî mewzûata li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û li gorî mafên girtiyan bê sererastkirin,

-Tecrîd were rakirin û li girtîgehan standarta jiyana însanî were afirandin,

-Derfet ji girtiyan re bê dayîn ku karibin tedawî bibin û yên nexweşiya wan giran e, derhal bên berdan,

-Saziya zanyar a serbixwe bê qebûlkirin û hukmên Protokola Stenbolê bi cih bên anîn,

-Deriyê girtîgehan li kontrola saziyên şopandinê yên serbixwe, Baroyan, ÎHD, TÎHV, TTB bên vekirin û mekanîzmaya pêşîgirtinê ya neteweyî ya serbixwe bê avakirin,

-Li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan lêpirsîneke xurt bê meşandin û berpirsyar werin cezakirin.