Şervanê HAT’ê Cudî Dêrik li Dêrikê spartin axê

Bi hezaran şêniyên Dêrikê, herêma Berav, Koçeratan û Girkê Legê cenazeyê şervanê HAT`ê Cûdî Dêrik li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Şêniyên bajarê Dêrikê, herêma Beravê, Koçeratan û Girke Legê bi hejmareke mezin ku gihîşte hezaran bere xwe dan nexweşxaneya bajarê Dêrikê ya El-Wetenî. Hevserokên Meclîsa Avakirina Sîstema Federaliya Demokratîk Hediye Yûsiv û Mensûr El-Selûm jî tevlî merasîmê bûn.

Girseya gel cenazeyê şervanê HAT`ê Cûdî Dêrik (Cûdî Hesen Ismaîl) ê ku li bajarê Qamişlo şehîd bibû wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Tabûta şervanê HAT’ê Cûdî Dêrik a ku bi kulîlk, kevokên aştiyê û ala HAT`ê hatibû xemlandin, ji hêla şêniyên kampa Newroz ve bi karwanê wesayîtan hat pêşwazîkirin û silavkirin.

Piştî ku girseya gel gihîşt goristanê, şervanên HAT`ê cenazeyê şervan Cûdî Dêrik rakirin ser milan û ber bi goristana Şehîd Xebat ve birin. Şervanên HAT`ê, YPJ/YPG`ê merasîmeke leşkerî ya bi heybet li dar xistin.

Fermandarê HAT`ê Ferhad Qamişlo axivî û got, Fermandar Cûdî yê fermandariya bi sedan şervanan dikir kesayeteke berxwedêr û têkoşer bû. Em soz didin ku riya ber bi azadiyê ve diçe bişopînin û netewa demokratîk ava bikin.

Hevseroka Meclîsa Avakirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv ku tevlî merasîmê bibû axivî û wiha got: “Em bi felsefeya Rêber APO dijîn û têdikoşin. Gelê Rojava têkoşiya û li ber xwe da û nêzî azadiyê dibe. Bi hezaran şehîdên mîna Şehîd Cûdî riya me ronî kirin û em soz didin wan ku bigihîjin azadiya xwe.ʺ

Her wiha Hevserokê Meclîsa Avakirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm axivî û destnîşan kir ku komploya li ser gelê herêmê tê meşandin mezin e û ew ê li hemberî vê komployê li ber xwe bidin, şehîd bibin û ji giştî cîhanê re bêjin ew neteweyeke ku ti carî radest nabe û heyanî netewa demokratîk ava bikin, ew ê têbikoşin.

Nasnameya şervanê HAT’ê Cûdî Dêrik hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel cenazeyê Şehîd Cûdî bi tilîlî û dirûşmeya “Şehîd Namirin” spartin axê.