Hemereş ê YNK'yî: Kongreya Neteweyî zarûriyetek e
Mistefa Hemereş ê YNK'yî got, "Kongreya Neteweyî wê serketineke mezin bide Kurdan" û destnîşan kir, ku kongreya neteweyî êdî ji aliyê dîrokî ve zarûriyetek e.
Mistefa Hemereş ê YNK'yî got, "Kongreya Neteweyî wê serketineke mezin bide Kurdan" û destnîşan kir, ku kongreya neteweyî êdî ji aliyê dîrokî ve zarûriyetek e.
Ji berpirsyarên Sekreterya Partiyê ya YNK'ê Mistefa Hemereş da xuyakirin, ku bûyerên li Kurdistanê diqewimin, ji mêj ve vê kongreyê ferz dikin.
Hemereş bibîr xist, ku bangên ji bo Kongreya Neteweyî timî tê kirin, lê belê hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ku bi dewleta Tirk ve hatine girêdan, pêşî li vê kongreyê digirin.
Hemereş bal kişand ser astengiya hin hêzên derve jî û got, "Em nikarin dewletên Tirk, îran, Sûriye û Iraqê tine bihesibînin. Iraq niha bêdeng e, ji ber ku ji aliyê qanûnî ve niha statuyeke Kurdan heye. Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê destûr ji ti karekî siyasî re nayê dayîn. Têkoşîna li Rojava gelekî baş e. Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê jî gihîştiye asteke gelekî baş. Bêguman dema kongreya neteweyî kete rojevê, wê Iraq jî li ser vê mijarê baxive. Yanî wê hêzên global bikevin dewrê. Dibe ku hin astengî li pêşiya kongreyê hebin. Lê belê tevî hebû astengiyan jî divê Kurd di pêkanîna kongreyê de bi israr bin."
Hemereş got, "Kongreya neteweyî pêwîstiya bingehîn a Kurdan e" û wiha dewam kir: "Tevî her tiştî jî divê Kurd vê mijarê bixin rojeva xwe. Ji ber ku ev pêwîstiya bingehîn a Kurdan e. Lazim e li ser vê mijarê gel bê agahdarkirin. Gel jî bi têrkerî li ser mijarê haydar be û pê bawer be. Ev yek ji aliyê dîrokî ve zarûriyetek e."
'DIVÊ XIZMET JI BERJEWENDIYÊN DEWLETÊN DAGIRKER RE NEYÊ KIRIN'
Hemereş destnîşan kir, ku bi hin hesabên teng ên roja îro re, lazim e kes xizmetê ji berjewendiyên dewletên dagirker re neke û got, "Li Rojava ENKS yan jî bi navê 'pêşmergeyên Rojava' hin karê provokatîf tên kirin. Mixabin bi vê yekê re navê pîroz ê pêşmergeyan diherimînin. Vê yekê ji bo armancên selefî yên faşîzma dewleta Tirk dikin. Li dijî van hemûyan, divê mirov kongreya neteweyî timî bixin rojevê. Em gelek in, em neteweyek in. Mecbûriyeke ku stratejiyeke me ya neteweyî hebe. Li derveyî berjewendiyên partiyan, divê em vê bikin."
Hemereş da zanîn, ji ber nebûna yekîtiya neteweyî, Kurd hem li hundir hem jî li derve ket nava pirsgirêkên giran û got, "Kongreya Neteweyî wê têkiliyên Kurdan ên navneteweyî jî sererast bike.