Ciwanên Başûrî destek dan banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî
Ciwanên li Başûrê Kurdistanê gotin, "Ji bo pûçkirina êrîşên li ser Kurdistanê, yekîtiya neteweyî şert e. Lazim e partiyên siyasî ji bo yekîtiya neteweyî berjewendiyên xwe deynin aliyekî."
ANF
SILÊMANIYE
sêşem, 13 berfanbarê 2016, 08:40
Desteka ji bo banga KCK'ê ya li ser yekîtiya neteweyî, zêde dibe. Ciwanên li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê dijîn gotin, "Em li pişt banga KCK'ê ne."
Îskender Mahmûd da xuyakirin, ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî banga KCK'ê gelekî girîng e û got, "Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî em gelekî dereng man e. Pêwîste hemû partiyên siyasî û rêxistin berjewendiyên xwe deynin aliyekî û ji bo yekîtiya neteweyî bikevin nava hewldanan. Heta ku yekîtiya neteweyî pêk bê, wê mêtîngeriya li Kurdistanê her dewam bike. Lewma pêkanîna yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ferz e. Lazim e li çar parçeyên Kurdistanê Kurd bibin yek û bikevin nava hewldanan."
Jîno Kerîm diyar kir, ji bo têkbirina hemû gefên li ser Kurdistanê divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî bi hev re tevbigerin û anî ziman, dewletên mêtînger ên êrîşî Kurdistanê dikin, hewl didin şerekî mezin li Kurdistanê derxînin.
Li gorî Kerîm, Kongreya Neteweyî wê gefên li ser Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji holê rake. Kerîm got, "Ji bo vê jî şert e yekîtiya neteweyî bê avakirin. Tevlînebûna partiyeke du partiyan, divê li pêşiya yekîtiya neteweyî nebe asteng. Girîng hemû partî berjewendiyên xwe deynin aliyekî û ji bo parastina Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk bînin. Ez dixwazim bang li jin û ciwanên Kurd bikim; divê ji bo yekîtiya neteweyî têbikoşin û ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwe bi pêş bixînin."
Hêmîn Osman Elî jî da xuyakirin, ku ji bo rakirina gefên li ser çar parçeyên Kurdistanê şert e yekîtiya neteweyî pêk were û wiha dewam kir: "Banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî di cih de ye. Kurd li dijî DAIŞ'ê şer dikin, li dijî Tirkan şer dikin, li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Ji ber vê yekê divê em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan di vî warî de bikevin nava hewldanan. Eger em nebin yek, hingî em ê bikevin xizmeta dewletên dagirker. Lewma divê Kurd demek ji ya din zûtir yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin."