'Bi Rewşa Awarte re mafên mirovan radikin'
Serokê berê yê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe got, "Tirkiye bi BHQ'yên ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de têne derxistin, tê birêvebirin, AKP/Qesr bi van polîtîkayan mafên mirovan rakiriye."
Serokê berê yê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe got, "Tirkiye bi BHQ'yên ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de têne derxistin, tê birêvebirin, AKP/Qesr bi van polîtîkayan mafên mirovan rakiriye."
Serokê berê yê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe, bûyerên piştî 15’ê Tîrmehê qewimîn, hewldana darbeyê ku ji hêla rejîma AKP’ê ve tê birêvebirin, bi Taybetî jî polîtîkayên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ) yên ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de têne derxistin, ji ANF’ê re vegot.
'HEWL TÊ DAYIN KU TIRKIYE BI BHQ’YAN WERE BIRÊVEBIRIN'
Delebe bal kişande ser kirinên dijî hiqûqê yên ku bi Rewşa Awarte re, ku piştî hewldana darbeyeê hate ragihandin û got, polîtîkayên Rewşa Awarte di Destûra Bingehî de, li gorî çarçoweya yasayî hatiye dirûstkirin. Delebe got, kirinên Rewşa Awarte divê ne bi wî rengî bin ku ziyanê bidine gewherê gel, nirxên demokratîk û destketiyên demokratîk. Delebe diyar kir, piştî ragihandina Rewşa Awarte ji hêla desteya wezîran ve gelek BHQ hatine derxistin û heta niha Tirkiye bi BHQ’yan tê birêvebirin.
'MAFÊN DEMOKRATÎK HATIN RAKIRIN'
Delebe da zanîn, bi BHQ’yên ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de hatine derxistin, diviya bêhtir darbekar bihatana tasfîyekirin lê bêhtir berê xwe daye muxalîfan û bi berdewamî got, "Pêkanîn Rewşa Awarte li gelek deveran bi rengê ku heqê herî xwezayî yên demokratîk ji holê rakin, tê pêkanîn. Mînak dema binçavkirinê bû 30 roj. Li hêla din ji bo ku parêzer bikarin bi wekîlên xwe re biaxivin divê 5 roj derbas bibin. Lê li gorî peymanên gerdûnî ku Tirkiye jî girêdayî wan e divê bi ti awayî heq û azadiyên sereke bi ti awayî neyên sînordarkirin. Mixabin ku di demên dawî de hem îdîayên êşkenceyê û hem jî miemeleya nebaş derketin holê. Her wiha girtina mirovên ku hatin hilbijartin, binçavkirina wan, desteserkirina şaredariyan, weke çend encamên BHQ’yan derdikevin pêşberî me."
'TIRKIYE LI DIJÎ HIQÛQ GERDÛNÎ DERDIKEVE'
Delebe ragihand, tabloya ku Rewşa Awarte bi xwe re aniye berê xwe daye hiqûqparêzan jî, got li gelek deverên Tirkiye parêzer têne binçavkirin û girtin û bi berdewamî got, "Di gelek peymanan de ku Tirkiye jî îmzeya xwe lê daniye, dewleta Tirk soz daye ku heq û azadiyên sereke biparêze. Ji bo vê jî divê Tirkiye van hemû sozdayinan divê li hêlekê nedeyne û bi Rewşa Awarte re ne di nav vê hewldanê de be ku mafê mirovan rake ser refan. Divê Rewşa Awarte ne bi rengekî ku destketiyên demokratîk beralî bike, were bikaranîn. Ji vê hêlê ve, baro, rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên saziyên sivîl bi fikar li pêvajoya berdest dinerin."