Zanîngeha Rojava li dijî sîstema dagirkeriyê alternatîf e

Zanîngeh di 21’ê Adara 2016'an de bi awayek fermî bi 400 xwendekaran û 80 mamosteyan dest bi perwerdeya xwe kir. Endamên koordînasyonê, hevserokatî û mamosteyên zanîngehê li ser armanc, pergal û avakirina zanîngehê ji ANF'ê re axivîn.

Piştî Kantona Efrînê li Kantona Cizîrê jî Zanîngeha Rojava hat ava kirin. 

Zanîngeh di 21’ê Adara 2016'an de bi awayek fermî bi 400 xwendekaran û 80 mamosteyan dest bi perwerdeya xwe kir. Endamên koordînasyonê, hevserokatî û mamosteyên zanîngehê li ser armanc, pergal û avakirina zanîngehê ji ANF'ê re axivîn. 

Di destpêkê de endama Koordînasyona Komîteya Perwerdeyê ya Civakî a Demokratîk (KPCD) Rojda Firat der barê ava kirin, pergal û armanca Zanîngeha Rojava de agahiyên berfireh bi me re parve kir. 

Firat bal kişand ser sedema vekirina zanîngehê û wiha axivî; "Zanîngeh li ser esasê pewîstiyên Rojava bi zanîngehê heye hat ava kirin. Akademî jî hene, lê pêwîstî bi zanîngehê heye. Heya niha xwendekar di bin pergala BAAS te perwerde didît, niha di avakirina şoreşê de pergala xwe ya perwerdeyê dide ava kirin. Weke ku Rêber Apo jî dibêje; 'ti carî pêwîste civakek perwerdeya xwe ji dagirkeriyê re nehêle'. Heya niha derfetek Kurdan wisa tine bû. Hezar salane xeyalek me wiha hebu ku zanîngehek me bi xwe hebe. Ev zanîngeh hinekî jî li ser pêwîstiyên lezgînî hat avakirin. Niha li Rojava dibistanên seretayî de dersên kurdî tê dayîn, sala bê wê di dibistana navîn û lîsê de jî bê dayîn û piştre ji xwe zanîngeh tê. Niha di vir de tenê mijar ne zanîngeh e. Ya ku tê esas girtin pergala şoreşa Rojava ava kirin û ev pergal jî li gor pergala demokratîk dayîna avakirin e. Ev di dibistana seretayî de dest pê kir û heya zanîngehê pêwîste bigihêjê pergalekî. Ev zanîngeh alternatîf e, li hember sîstema dewlet û dagirkeriyê. 

Li ser vê perspektîfê, me bi awayek fermî di 21’ê Adarê de Zanîngeha Rojava vekir. Lê bingehê vê zanîngehê ev du sal bû di bingeha akademiya Mezopotamyayê de hat amadekirin. Ji xwe akademiya Mezopotamya ji bo bingehê zanîngehê bê avakirin hat amade kirin. Despêkê beşên dîrok, sosyolojî û siyaseta demokratîk hatin ava kirin. Ji ber vê jî zanîngeh li ser tecrubeya akademiya Mezopotamya hat ava kirin."

'JI BO BERSIV JI PÊWÎSTIYÊN CIVAKÊ RE BÊ DAYÎN, WÊ NIFŞÊN NÛ BÊN PERWERDEKIRIN'

Rojda Firat di dewama axaftina xwe de li ser pergal û meşandina zanîngehê axivî û got, "Zanîngeh wek 5 fakulteyan hat saz kirin. Fakulteya petrol, petrol kîmya, Zîraat, Wêje û perwerde. Petrol, petrol kîmya niha wek yek beş tê meşandin. Lê sala bê ev beş wê ji hev cûda bin. Piştî ku akademî vê dewreya xwe biqedîne wê bêşên dîrok, sosyolojî jî bên vekirin. Dîsa amadekariyên fakulteya huner jî tê kirin. Wê di demên pêş de fakulteyên tip, siyaseta demokratîk û hiqûqê jî bên vekirin. Di vir de armanc nifşên nû li ser bingeha ku pêwîstiyên civakê pêk bîne bên perwerde kirine. Niha di zanîngeha me de ezmûn nîne, sîstema not tine, xwendekar li gorî tevlîbûn û sekna xwe ya jiyanê tên nirxandin. Her mamoste li hember xwendekaran berpirsiyar e, dîsa her mamoste dikare di nava refan de pirsan li xwendekarên xwe bike û li gor vê jî asta zanebûn û fêhmkirina xwendekaran derbixîne holê. 

Rojava di cihekî de jî cihê petrolê ye. Ev kesên ku li vir perwerde dibînin wê demên pêş wek muhendîs derkevin. Dîsa ziraet li Rojava pir li pêş e û axa w§e jî ji bo vê dewlemend e. Bi kurt û kurmancî kesên ku di van fakulteyan de mezûn bibin wê di civakê de ji pirsgirêkên civakê re bibin çareser. 

Pergala zanîngehê wek pergala hevserokatiyê pêk tê. Li herî jor hevserok hene. Dîsa her fakulte hevserokatiya xwe heye. Her fakulteyê de 2 hevserok, 3 cîgir û 2 jî xwendewan cih digirin. Bi vê şêwazê rêveberî bi 7 kesan pêk tê. Meclîsa zanîngehê heye. Her hefteyê ev meclîs tekmîla xwe digire. Koordînasyona meclîsê heftê carekî û heyvê carekî jî giştî meclîs tên gel hev."

Di dawiya axaftina xwe de Firat diyar kir ku zanîngeh bi derfetên pir bi sînor hatiye ava kirin û ew li rixmê vê jî hewl didin bi awayek profesyonel û rêk û pêk perwerdeya xwe bimeşînin.

'EM GUHERTINA ZÎHNIYETÊ JI XWE RE ESAS DIGIRIN'

Endamê Rêveberiya Fakulteya Perwerdeyê Sîpan Çeto jî li ser fakulteya perwerdeyê axivî û diyar kir ku ya herî zêde ew di vê perwerdeyê de ji bo xwe esas digirin guhertina zîhniyetê ye. 

Çeto got, "Fakulteya perwerdeyê ji 7 beşan pêk tê. Şaxên wê yên zanistî û wêjeyî hene. Di beşên zanistî de fîzîk, kîmya, bîrkarî, û zanyarî, di beşa wêjeyî de mamosteyên refê, erdnîgarî û dîrok heye. Di perwerdeyên xwe de em feraset dayîna qezenç kirin esas digirin. Ji dîrokê bigire heya beşên civaka polîtîk û exlaqî perwerde dîtin, di serî de çavên wijadana xwe û ya civakê vekirin,  li ser vê bingehê jî di civakê de bûyîna xwedî ferasetek ku di hemû warî de ji bo civakê kar kirin û berjewendiyên civakê li ber çavan girtin. 

Kesên ku van fakulteyan  xilas bike, wê demên pêş de bikaribe di nav civakê de pratîk bide meşandin, wê erk bigire û wê di civakê de felsefe û ferasetek nû bide ava kirin. 
Niha me bi xwe di dibistanên dewletê de xwend. Min di dibistanên dewletê de beşa dîrok xwend. Lê niha dema ez lê dinêrim ku ewqas şaş û dîrokek berevajî di wan dibistanan de tê dayîn. Dewlet di dibistanan de zanist kiriye tiştekî wek pêşbirkê. Tu dixwînî û tenê armanca te di ezmûnan de pûanek bilind girtin û dibistanê derbas bibî. Em di perwerdeya xwe de wek li hember vê ferasetê alternatîf pergalekî didin meşandin. Ezmûn di fakulteya me de nîne. Tevlîbûna xwendewan, nêzîkatiya wî ji zanîngehê re û asta femkirina wî di tevgera wî ya jiyanê de tê şopandin û li gor wî ew xwendewan tê nirxandin. Dîsa însiyatîfa mamoste heye ku di dersê de pirsan bike û karê malê bide xwendewan.

Ji bo Zanîngeha Rojava xwestek pir e. Em jî hewl didin li gor van xwestekan bibin bersiv. Her ku daxwaz çêbin jî em ê li gor wê ji wan daxwazan re bibin bersiv."  

'JI VAN FAKULTEYAN PISPOR DERDIKEVIN'

Berpirsiyar û mamosteyê fakulteya beşa çandînî Elî dewrêş li ser fakulteya çandînî axivî û diyar kir ku ew di van fakulteyan de hewl didin ku ji bo pêwîstiyên civakê kesên pispor bidin ava kirin û ev gotin; "Di beşa çandînî de 80 xwendekar û 10 mamoste hene. Hemû mamosteyên me jî di beşên xwe de pisporin. Niha zîreat di civakê de bingeha aboriyê ye. Em jî li ser vê tevdigerin. 10 beşên ziraetê hene. Beşa sewalan, beşa ax û avê, beşa daran, beşa parastina şînkayî û hwd. Di fakulteya çandînî de jî ezmûn nîne, em femkirin esas digirin. Dema ku yek ji vê fakulteyê derbikeve wê bikaribe li her derê civakê de kar bike û civakê di vê warî de perwerde bike û zane bike."

'BINGEHA JIYANÊ DI VÊ FAKULTEYÊ DE TÊ AVAKIRIN'

Hevserok û mamosteyê fakulteya ziman û wêje Bedran Penaber jî der barê fakulteya wêje de agahî dan û wiha axivî; "Fakulteya wêje niha wek yek beş kar dike. Du sal em perwerde didin û ev perwerde jî rojê 6 saet fûl tê dayîn. 8 maddeyên me hene. Wêjeya kurdî, wêjeya kilasîk, wêjeya giştî, dîroka wêje, werger, erebî, komputor, rêziman, netewa demokratîk heye. Ev konaqa yekem e. Konaxa duyem de jî wê bê guhertin. Di pergala me de jî ezmûn nîne. Rojane semînerên ku tên dayîn, raporên ku didin, nêzîkatiyên wan ji zanîngehê re wek ezmûn em hildidin dest. Me xwendewan ne li gor puanên wan yên dibistanê girtine, me li gor asta wan ya kurdî girtine. Dîsa sînorê temen li gel me nîne. Ev ji bo xwendewan jî, ji bo mamosteyan jî derbasdare. Dîsa gelek mamostan ji bo vî karî serlêdan kirin. Lê îsal ji ber sala yekeme me nikaribû em hemiyan bigirin. Li gor pêwîstî me girt. Sala bê ew mamosteyên ku serlêdan kirine jî wê bên dersê xwe bidin. 

Kesên ku di vir de derbikevin, ne ku tenê biçin di civakê de karê wêje bikin. Yên ku bixwaze dikare wê jî bike. Lê ya esasî ev kesên ku derdikevin kesên pispor in û wê di gelek karî de cihê xwe bigirin. Dîsa di wêjeya me de dersên dîrok hene, civaknasî heye, neteweya demokratîk heye, hişmendiya me ya jiyanê di vê fakulteyê de tê hûnandin. Yên ku vê fakulteyê biqedîne bikaribe bi giştî ji karê civakê re bibe bersiv. Ev wezaret dibe, mamostetî dibe û hwd. gelek karî de dikare cih bigire."