KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gundên Şellalê û Mecbenî hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, ku ji baskê Kadiriyê bi pêş ve diçin, gundên Şellalê û Mecbenî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
'Bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bû'
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, bi ragihandina Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û got, heta niha 5600 kes ji ber ramanê xwe hatine girtin. -
Minbic çawa tê birêvebirin?
Serdema nû ya li Minbicê, ku piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê dest pê kir, di her gav û kêliyê de tê dîtin. Li şûna bêdengî û tirsa ji dema DAIŞ'ê mayî, êdî jiyan zindî ye. -
Ebû Seyf ê ji zilma DAIŞ'ê rizgar bû li nava refên QSD'ê ye
Ebû Seyf ragihand, ew 48 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr ma û îşkenceya giran lê hate kirin. Ebû Seyf, ku rêyek dît û ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê reviya, niha cihê xwe di nava refên QSD'ê de digire. -
Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê sîxurtî li ser esnafan tê ferzkirin
Bûyerên di dema dawî de li sînorê Kapikoy ê navçeya Saray a Wanê diqewimin, mirovan dixin nava fikaran. Esnafên li vî deriyê sînor bazirganiyê dikin gotin, hin leşkeran sîxurtî li ser wan ferz kirine. -
Hevserokê DBP'ê yên Amedê: Ji bo jiyaneke bi rûmet em xwedî li Ocalan derkevin
Hevserokên DBP'ê yên Amedê Baran û Akça diyar kirin, yekane çareseriya krîza siyasî ya li welêt, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Li Dersimê 7 xwendekar hatin girtin
Li Dersimê ji 12 xwendekaranên ku hatibûn binçavkirin 7 jê hatin girtin. -
Hevserokê Şaredariya Artûklûyê Irmak dîsa hate binçavkirin
Hevserokê Şaredariya Artûklûyê Emîn Irmakya ku beriya 20 rojan hatibû binçavkirin û bi “Şertê kontrola edlî” hatibû berdan, li ser nerazîbûna dozgeriyê dîsa hate binçavkirin. -
Hevşaredara Akdenîzê Mûtlû hate binçavkirin
Hevşaredara Şaredariya Akdenîzê Yuksel Mûtlû hate binçavkirin. -
Şervanê YPG′ê Xişo ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPGʹê Elî Xişo (Samir Kurdî ) ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Mala Gengeç ê DBP’yî piştî bi serde hate girtin û şûn de hate gulekirin
Li Dîlokê piştî polîsên Tirk avêtin ser mala Hebat Gengeç ê binçavkirî, 3 kesên rûpoş gule li malê reşandin. -
29 girtiyên li Êlihê, şandin Wanê
Ji 29 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bûn, 28 sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatin kirin, girtiyek jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hat kirin. -
Li dijî qereqola Melkis a Hezroyê çalakiya fedaî
HPG’ê diyar kir ku li hemberî êrîşên qetlîam û qirkirinê yên ku artêşa Tirk li Kurdistanê dimeşîne, ji hêla gerîlayê wan Zerdeşt Cîlo yê ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Hezroyê çalakiyek fedaî hat lidarxistin. -
Di Pêngava Xezeba Firatê de gundên Ecac û Sefaxîr jî hatin rizgarkirin
Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de gundên Ecac û Sefaxîr jî ji çeteyan hatin paqijkirin. -
Leşkerên Tirk îşkence li 2 welatiyên Rojava yên dixwestin vegerin kirin
Du welatiyên Rojava, ku demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê kar dikirin, xwestin vegerin cih û warên xwe, lê belê leşkerên Tirk ew li ser sînor girtin û bi saetan îşkence li wan kirin. -
Partiyên Başûr destekê didin banga KCK’ê
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û YNK destek dan banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî. Nûnerên van partiyan gotin, "Partiyên çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo yekîtiya neteweyî hewl bidin." -
2 gundên din jî ji çeteyan hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, 2 gundên din jî ji destê çeteyan rizgar kirin. -
Şervanên QSD'ê: Ewlekariya jiyana sivîlan ji bo me esas e
Operasyonên şervanên QSD'ê yên li rojavayê Reqayê dewam dikin. Şervanên QSD'ê gund û gundikan yek bi yek rizgar dikin. Heta niha bi dehan sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine. -
Şervanên YPJ'ê: Ne tenê jinan, em ê mêran jî azad bikin
Ji şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûne Agirî Kobanê û Asî Serêkaniyê gotin, "Ji bo hilanîna tola jinên Sûriyeyî û Şengalî, me dest bi Pêngava Xezeba Firatê kirine." -
'Em li benda QSD'ê man û bi hêviya roja azadiyê jiyan'
Gundiyên Hemra yê li rojavayê Reqayê dan xuyakirin, ku ew li benda hatina hêzên QSD'ê man û bi hêviya roja azadiyê jiyan. -
Eseserd: YNK ji bo Kongreya Neteweyî amade ye
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Ferîd Eseserd bersiv da banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî û got, ew ji bo kongreyeke bi vî rengî amade ne. -
Kongreya Neteweyî daxwaza gelê Rojhilatê Kurdistanê ye
Hevserokê KODAR'ê Fûat Bêrîtan da xuyakirin, ku derfetên heyî yên Kongreya Neteweyî ya Kurd, dikare rê li ber destketiyên mezin vekin û got, "Di rewşeke berevajî de wê dewletên dagirker xurtir bibin." -
'Şaredarî bi xwîna gelê me hatin bi destxistin, em serî netewînin'
Xwişka mezin Halîse Salman qala têkoşîna Hevşaredara Qoserê Leyla Salman a girtî ye û malbata xwe kir. Salman diyar kir, berxwedana wan wê bidome û got, "Em ê serî netewînin." -
Tirkmenên Minbicî: Bêdengiya li êrîşên dagirkeriyê, hevpariya sûc e
Tirkmenên Minbicî, ku dibin hedefa êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê', nerazîbûn nîşanî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dan. Tirkmenan gotin, ew naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li se axa xwe bibînin. -
Li bajarê Ebû Leyla gavên azad...
Di ser rizgarkirina Minbicê re bi qasî çar meh bihurîn. Li dû pêngava 73 rojan, ku li ser her rojeke wê dikare destanên bêhempa werin nivîsandin û bi lehengiyan tijî ye, bajar ji hukmê barbaran azad bû.