Hevserokê Şaredariya Artûklûyê Irmak dîsa hate binçavkirin

Hevserokê Şaredariya Artûklûyê Emîn Irmakya ku beriya 20 rojan hatibû binçavkirin û bi “Şertê kontrola edlî” hatibû berdan, li ser nerazîbûna dozgeriyê dîsa hate binçavkirin.

Hevşaredarê Şaredariya Artûklûya Mêrdînê Emîn Irmak, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan, lê li ser nerazîbûna dozgeriyê Irmak dubare hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji bo îfadeyê Irmak birine Midûryeta Polîsan.

Irmak ê 20 ku rojan di bin çavan de ma, tevî 19 siyasetmedaran sewqî Dadweriya Cezayê Sûlhê hatibûn kirin û duh derengê şevê bi "Şertê kontrola edlî" hatibû berdan.