Eseserd: YNK ji bo Kongreya Neteweyî amade ye
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Ferîd Eseserd bersiv da banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî û got, ew ji bo kongreyeke bi vî rengî amade ne.
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Ferîd Eseserd bersiv da banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî û got, ew ji bo kongreyeke bi vî rengî amade ne.
Eseserd da xuyakirin, ku ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan di vê demê de bi kongreya neteweyî heye û destnîşa kir, ji bo kongre encamê bigire, lazimî bi amadekariyeke baş heye.
'KONGREYA NETEWEYÎ WÊ RÊ LI BER DESTKETIYÊN MEZIN VEKE'
Eseserd got, "Di kongreyeke gengaz a neteweyî de, divê stratejiyeke hevpar a neteweyî ji bo Kurdan bê destnîşankirin" û anî ziman, hebûna stratejiyeke bi vî rengî wê ji bo siberoja gelê Kurd destketiyên gelekî mezin bi xwe re bîne.
Eseserd da zanîn, ji bo kongreyeke bi vî rengî lazim e hemû alî di destpêkê de hevdîtinê bikin, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û got, "Girîng e em li cihekî hevpar bigihêjin hev û kongreya xwe lidar bixin. Eger hemû alî ji niha ve li ser pirsgirêkên xwe yên bingehîn rawestin, wê kongreyeke encamgir derkeve holê. Ji bo weke hewldana beriya niha bê encam nemîne, lazim e amadekariyeke baş jê re bê kirin."
'YNK JI BO KONGREYA NETEWEYÎ AMADE YE'
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Ferîd Eseserd da zanîn, bi çareserkirina pirsgirêkên Mûsil û Sûriyeyê re wê serdemeke gelekî hesas dest pê bike û got, "Em weke YNK ji kongreyeke bi vî rengî re amade ne."
Eseserd ragihand, lazim e Kurd li hev bicivin, pirsgirêkên xwe di nava xwe de çarese bikin û wiha dewam kri: "Hevdîtinên du alî dikarin werin lidarxistin. Lê belê encamgirtina ji van hevdîtinan bi aliyan ve girêdayî ye. Lê eger Kongreya Neteweyî bê civandin, hingî wê hemû alî bibin hevpar. Ji xwe armanca kongreyê jî ew e, ku hemû alî bibin hêza biryardanê."
'KONGREYA NETEWEYÎ WÊ PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ YÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ ÇARESER BIKE'
Ferîd Eseserd bal kişand ser krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û got, "Di rewşa heyî de di navbera 5 partiyên di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin, pirsgirêk hene û ev cihê xemgîniyê ye. Bêguman, eger kongreya neteweyî bê lidarxistin, em ê derfetê bibînin ku pirsgirêkên nava xwe di kongreyê de çareser bikin. Lê beriya destpêkirina kongreyê, lazim e em van pirsgirêkên xwe çareser bikin, ku ev pirsgirêk rê li ber aloziyê venekin. Wekî din, li parçreyên din ên Kurdistanê hin pirsgirêk hene. Li ser van pirsgirêkan jî hevdîtin dikarin bên kirin û çareserî bê peydakirin. Eger pirsgirêkên navbera partiyan bên çareserkirin, wê kongreyeke baş bê lidarxistin. Lewma ji bo kongreyeke serketî girîng e bingeheke baş were amadekirin. Tevî her tiştî jî rewşa heyî, lidarxistina kongreyeke neteweyî ferz dike."