BI DÎMEN

Li dijî qereqola Melkis a Hezroyê çalakiya fedaî

HPG’ê diyar kir ku li hemberî êrîşên qetlîam û qirkirinê yên ku artêşa Tirk li Kurdistanê dimeşîne, ji hêla gerîlayê wan Zerdeşt Cîlo yê ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Hezroyê çalakiyek fedaî hat lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got; “10’ê Kanûnê saet 23.45’an hevalê me Zerdeşt Cîlo li dijî qereqola Melkis a girêdayî navçeya Hezro ya Amedê bi wesayîtek bombebarkirî çalakiya fedaî li dar xist. Di vê çalakiyê de li gor agahiyên gihiştin ber destên me, 18 leşker birîndar bûne”

HPG’ê ji bo Celal Mensûrî ev agahî parve kirin;

“Hevalê Zerdeşt ku sala 2008’an tevlî refên gerîla yên mîna afirînerê jiyanê pênase dikir bû, li Bakurê Kurdistanê ku bi hesreta wê bû û dixwest pratîkê lê bike, dest bi têkoşîna xwe ya tijî fedakarî kir. Hevalê Zerdeşt, ji ber li çiyayên Kurdistanê jiyan bi kedek mezin xuliqand, bi kêfxweşî û coş bû û bû sembola girêdana kûr a bi hevrêtiyê. Dizanîbû ku milîtanî her kêlî bi ruhê fedaî û di her şertî de şerê li dijî dijmin e û li gor vê jî amadekariyên çalakiyê kiriye û çalakiya fedaî li dar xistiye.”

Nasnameya gerîlayê ku çalakiya fedaî li dar  xistiye wiha ye;

Nasnav: Zerdeşt Cîlo

Nav û Paşnav: Celal Mensûrî

Cihê Jidayikbûnê: Sine

Navê Dayik - Bav: Xedile – Muhammed Şerîf

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Kanûna 2016’an / Amed