Li Dersimê 7 xwendekar hatin girtin

Li Dersimê ji 12 xwendekaranên ku hatibûn binçavkirin 7 jê hatin girtin.

Li Dersimê bi armanca protestokirina girtina Hevserokên Girtî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş meşek hate lidarxistin. Di meşê de 12 xwendekar hatibûn binçavkirin, ji van 8 xwendekar piştî îfadeya li eniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 8 xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê yên ku li dozgeriyê îfade dan bi îdîaya “Endamên rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

7 xwendekar bi heman îdîayê hatin girtin û sewqî Girtîgaha Sergirtî ya Tîpa E a Xarpêtê hatin kirin.

4 xwendekarên ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin hê jî li emniyetê tê ragirtin.