BI DÎMEN

'Şaredarî bi xwîna gelê me hatin bi destxistin, em serî netewînin'

Xwişka mezin Halîse Salman qala têkoşîna Hevşaredara Qoserê Leyla Salman a girtî ye û malbata xwe kir. Salman diyar kir, berxwedana wan wê bidome û got, "Em ê serî netewînin."

Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, ku ji aliyê desthilatdariya AKP/Qesre ve hate girtin û qeyûm li şûna wê hate bicihkirin, weke zaroka malbateke têkoşîna azadiyê ya Kurd, di nava hestên xurt ên welatparêziyê de mezin bû. Kek, xwişka wê ya cêwî û xwişka wê ya mezin tevlî nava refên gerîla bû. Saslman jî cihê xwe di nava têkoşîna demokratîk de girt û bi bawerî û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe meşand. Xwişka wê ya mezin Halîse Salman da xuyakirin, ku ew ê heta dawiyê têbikoşin û destnîşan kir, divê gelê Kurdistanê li dijî darbeya qeyûm li ber xwe bide.

MALBAT JI BER ZEXTÊ KOÇ DIKE

Halîse Salman anî ziman, ku kekê wê Hamdûllah di destpêka salên 90'î de tevlî nava refên gerîla bû. Salman da xuyakirin, ku piştî kekê wê tevlî bû, hêzên dewletê dest bi zextê kir û ew û du xwişk-birayên wê di vê demê de gelek caran hatin binçavkirin. Salman da zanîn, ji ber zexta li malbatê dihat kirin, ew neçar man koçî Îzmîrê bikin û bibîr xist, ku malbata wê li vê derê jî têkoşîna xwe dewam kir.

'XWIŞKA WÊ YA CÊWÎ JÎ TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛ'

Salman ragihand, li Îzmîrê Leyla û xwişka wê ya cewî Songul diçûn dibistanê û xwişk-birayên wê yên din jî dixebitîn, malbat xwedî dikirin. Salman anî ziman, di sala 1995'a de xwişka wan Necla tevlî nava refên gerîla bû. Piştî Necla vê carê jî Songul di sala 1998'an de tevlî nava gerîla bû û Leyla jî cihê xwe di nava refên têkoşîna demokratîk de girt.

Xwişka mezin Salman da xuyakirin, ku kekê wan Hamdûllah di sala 1999'an de li Êihê di şer de hate girtin û cezayê girtina heta bi hetayê lê hate birîn.

'LEYLA TÊKOŞÎNA XWE LI ŞAREDARIYÊ DIDOMÎNE'

Salman diyar kir, piştî xebatên xwe yên li Îzmîrê xwişka wê Leyla di hilbijartinên herêmî yên sala 2004'an de li Qoserê weke endama Meclîsa Şaredariyê tê hilbijartin û got, "Di vî karî de jî bi karkerî, huner û dilnizmiya xwe, xuyanî dibe."

Salman piştî hilbijartinên herêmî yên 2009'an ji bo alîkariya şaredar tê hilbijartin. Di hilbijartinên 2014'an de jî weke Hevşaredara Qoserê tê hilbijartin. Xwişka mezin Salman da zanîn, ku Leyla xebatên xwe bi bawerî û hewldaneke mezin meşand û bi taybetî giranî daye ser xebatên ji bo jinan.

'LI DÛ HEV AGAHIYÊN ŞEHADETÊ TÊN'

Di sala 2006'an de xwişka Leyla ya cêwî Songul li herêma Besta ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da. Xwişka mezin Salman anî ziman ku xwişka wê Necla jî di sala 1998'an de di şer de şehîd bûye, lê ew di sala 2012'an de bi vê hesiya ye.

'GELEK CARAN HATE GIRTIN, SERÎ NETEWAND, WÊ SERÎ NETEWÎNE'

Salman anî ziman, xwişka wê Leyla di dema karê şaredariyê de du caran hate girtin, gelek caran hat binçavkirin û destnîşan kir, ku di vê demê de ti carî paş ve gav navêt.

Salman da zanîn, xwişka wê herî dawî bi dagirkeriya qeyûm re careke din hatiye girtin û wiha dewam kir: "Ji xwe berî çend mehan girtî bû. Nû hatibû berdan. Diçû îmze davêt. Ji bo girtina wê ti sedem tinebû, lê ji bo şaredariyê dagir bikin, ew girtin."

'EW Ê JÎ, EM Ê JÎ LI BER XWE BIDIN'

Salman diyar kir, xwişka wê Leyla ji zarokatiya xwe ve mirove bi biryar û jêhatî ye û got, "Bi heman biryardariyê wê têkoşîna xwe bidomîne. Weke malbat jî em ê her tim pê re bin. Bi sedan siyasetmedarên me girtî ne, hemû jî ji bo me weke hev in. Em ê dest ji vê têkoşînê bernedin."

'EV ŞAREDARÎ BI XWÎNA GEL HAT BIDESTXISTIN, EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Salman bang li gelê Qoserê kir û got, "Ev şaredarî bi hêsanî bi dest neketin, bi xwîna şehîdan bi dest ketin. Ew şaredarî xwîna şehîdên me ye. Mesele ne girtina Leyla yan jî Îsmaîl e. Mesele dagirkirina şaredariyên me ne ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Gelê Kurd divê vê yekê bi ti awayî qebûl neke."

Salman herî dawî ji gelê Qoserê xwest ku qeyûm nas neke û xwedî li hevşaredarên xwe derkeve.