Leşkerên Tirk îşkence li 2 welatiyên Rojava yên dixwestin vegerin kirin

Du welatiyên Rojava, ku demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê kar dikirin, xwestin vegerin cih û warên xwe, lê belê leşkerên Tirk ew li ser sînor girtin û bi saetan îşkence li wan kirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand, ku her du welatiyên bi rengekî îşkencekirî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, xwe li hêzên YPG'ê yên li ser sînor girtin.

Li gorî daxuyaniyê, welatiyên Ereb ên bi navê Sûltan û Bedir ên ji herêma Reqayê, ku demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê bûn û ji xwe re kar dikirin, duh danê sibehê xwestin vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Lê belê leşkerên Tirk ew li ser sînor girtin û 3 saetan îşkence li wan kirin. Leşkerên Tirk her wiha dest danîn ser nasname, pere û kincên her du welatiyan.

Piştî vê îşkenceya giran her du welatî derbasî gundê Fiwêlan ê herêma Silûkê bûn û xwe li hêzên sînor ê YPG'ê girtin.

Welatiyan li vê derê gotin, "5-6 leşkerên Tirk îşkence li her yekî ji me kirin, çek li me kişandin, dest danîn ser pereyên me û bi vî rengî berê me dan sînor."