Şervanên QSD'ê: Ewlekariya jiyana sivîlan ji bo me esas e
Operasyonên şervanên QSD'ê yên li rojavayê Reqayê dewam dikin. Şervanên QSD'ê gund û gundikan yek bi yek rizgar dikin. Heta niha bi dehan sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
Operasyonên şervanên QSD'ê yên li rojavayê Reqayê dewam dikin. Şervanên QSD'ê gund û gundikan yek bi yek rizgar dikin. Heta niha bi dehan sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina rojavayê Reqayê ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hatiye destpêkirin, bi rengekî serketî dewam dike. Şervanên QSD'ê li ser operasyonên xwe ji ANF'ê re axivîn.
Şervanan dan xuyakirin, ku di çarçoveya qonaxa duyemîn de wan heta niha gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û bi dehan sivîl rizgar kirine.
ME BI DEHAN SIVÎL RIZGAR KIRIN
ŞERVANÊ QSD'Ê EHMED: Çeteyên DAIŞ'ê ji ber ku bi hesasiyeta hêzên QSD'ê ya ji bo sivîlan dizanin, xwestin sivîlan ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar bînin. Lê belê sivîl ji destê wan reviyan û xwe li girekî ewle girtin.
Ji ber ku sivîl berê xwe dan qadên azad, çeteyên DAIŞ'ê vê carê bi çekên giran li wan reşandin. Ji vê yekê jî tiştek bi dest nexistin û piştre ji gund reviyan. Li dû xwe jî doçkayek ji 14,5'an û hejmarek cebilxaneyan hiştin.
Ji sala 2014'an û vir ve gelê vê herêmê zilm û zordariyê ji destê DAIŞ'ê dibîne. Îşkence li mirovan hate kirin, gelek jê hatin kuştin.
Di ser dagirkirina vê herêmê re 3 sal derbas bûn. Çeteyên DAIŞ'ê di nava 3 salan de bi qaşo qanûnên xwe re zext, zordarî û îşkence li gel kirin û hewl dan bi zorê feraseta xwe li herêmê serdest bikin.
Lê belê gelê me ti carî feraset çeteyên DAIŞ'ê nepejirand û red kir. Timî bi rê û rêbazên cuda ji me xwest em wan rizgar bikin. Şert û merc afirîn û me dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kirin. Reqa wê azad bibe û em ê belayê DAIŞ'ê ji holê rakin!
EM HÊ BI BALDARÎ TEVDIGERIN!
ŞERVANÊ QSD'Ê MIHEMMED: Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirinê de, em li rojavayê Reqayê operasyonên xwe didomînin.
Ji ber ewlekariya jiyana sivîlan em hê bi baldarî tevdigerin. Weke QSD'ê, ewlekariya jiyana sivîlan ji bo me esas e. Ji navenda bajarê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, her roj bi dehan sivîl direvin û xwe digihînin qadên azad.
Tevî kêm derfetên xwe jî em hewl didin bibin bersiv ji pêdiviyên jiyanî yên sivîlan re. Em nan, av û betaniya xwe bi wan re parve dikin. Di vê pêngavê de heta ji me tê, em hewl didin li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin.
Şervanên QSD'ê wê her gavê û li her cihî, ji bo ewlekariya jiyana sivîlan her di nava hewldanan de bin. Em bang li gelê xwe yê li herêmên operasyonên rizgarkirinê lê dimeşin dikin, ku xwe ji herêmên şer vegirin.