Partiyên Başûr destekê didin banga KCK’ê
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û YNK destek dan banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî. Nûnerên van partiyan gotin, "Partiyên çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo yekîtiya neteweyî hewl bidin."
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û YNK destek dan banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî. Nûnerên van partiyan gotin, "Partiyên çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo yekîtiya neteweyî hewl bidin."
Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Kamîl Mahmût û Berpirsê Kar û Barê Derve yê Yekîtiya Niştimanperwerê Kurdistanê (YNK) Hoşyar Abdurrahman, banga KCK’ê ya yekîtiya netewî ji ANF’ê re nirxandin.
MEHMÛD: ÊN KU NEYÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ WERIN BERALÎKIRIN
Mahmût diyar kir, Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya 2013’an ji bo ku partiyan tenê li berjewendiyên xwe nerîn bi ser neket û got:
"Banga KCK’ê ji bo hemû partiyên siyasî û aliyan e. 2013’an li Selahadînê ji bo Kongreya Neteweyî nîqaş bikin hemû aliyên siyasî civînek pêk anîn. Lê mixabin ev xebat û hewldan ji ber ku hin partiyan berjewendiya xwe da pêş neçû sêrî. Li çar parçeyên Kurdistanê divê amadekarî baş werin kirin û bi vî awayî kongra netewî were pêkanîn. Yên ku neyên kongra netewî jî divê werin beralîkirin. Partiyên siyasî divê derkevin derveyî sînorên berjewendiyên xwe û ber bi yekîtiya netewî ve gav bavêjin. Ji ber sedema nêzîkatiya berjewendiya berteng a partiyên sihyasî kongra netewî pêk nayê û gav nayê avêtin. Yekîtiya neteweyî ne xebateke wiha ye ku bi tevlêbûna çend partiyan pêk were; yekîtiya neteweyî xebateke wiha ye ku ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna hemû aliyên siyasî dikare pêk were. Şaş e ku xebatên kongra neteweyî ji destpêkê ve werin kirin. Divê em berdewamiya civîna Selahadînê ya 2013’an bînin û bi vî awayî biçin yekîtiya neteweyî."
'DIVÊ NE TENÊ MESELEYA KCK’Ê LÊ MESELEYA ME HEMÛYAN BE'
Kamîl Mahmût got: "Meseleya yekîtiya netewî ya Kurd divê ne tenê meseleya KCK’ê be, divê meseleya hemû partiyên siyasî be" û bi berdewamî got, "Em weke Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, em ê tevlî wê kongreyê bibin ku ji kontrola yek partiyê dûr e. Lê tekane şertê me ew e ku kongre bibe kongra netewî. Di nav hemû partî û hêlên siyasî yên parçeyên Kurdistanê de kêşe hene. Ev kêşe nikarin kêşeya netewî çareser bikin. Problema me ya esasî ew e; em çawa dikarin yekîtiya netewî pêk bînin? Kurd divê bibin yek."
ABDURRAHMAN: SEDEMA MAN Û NEMANÊ YE
Hoşyar Abdurrahman got, "Em weke Yekîtiya Niştimanperwerên Kurdistanê, bang KCK’ê erênî dibînin û bi berdewamî got:
"Divê em partiyên çar parçeyên Kurdistanê bînin cem hev û yekîtiya neteweyî pêk bînin. Berê jî em weke partî tevlî xebatên kongra netewî bûn. Herî dawî KNK’ê li Kerkûk û Belçîkayê konferans çêkirin bi armanca konferansa netewî. Her demê me meseleya netewî weke meseleya xwe dît û weke deynê di sûkra xwe de lê nerî.
Bêyî ku em ji ber astengbûna xebatên kongra neteweyî ya 2013’an xemgîn bibin, divê em vê xebatê bidomînin. Di van xebatan de hewldana partiyan erênî bû lê em bi ser neketin. Ku em bi ser neketin nayê wê wateyê ku em ê bi ser nekevin. Ev tiştên normal in. Lê di pêvajoya pêş de ji bo pêkanîna kongreyê ku ji bo ku Kurdan meseleya man û nemanê ye, divê em hêzên xwe bikin yek û vê yekîtiyê pêk bînin."