Şervanê YPG′ê Xişo ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPGʹê Elî Xişo (Samir Kurdî ) ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Şervanê YPGʹê Elî Xişo (Samir Kurdî) berî 2 rojan di berxwedana Minbicê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo definkirinê cenazeyê Kurdî anîbûn bajarê Qamişlo û îro ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ber bi bêdawîtiyê ve hate oxirkirin. Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Meraîsm bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Hevserokê Desteya Karûbarê Şehîdan Mawend Xelo sersaxî ji malbata şahîd re xwest û got ku şoreşa Rojava bi saya şehîdên xwe hatiye naskirin û gavên pîroz avêtine, Xelo diyar kir ku ew ê xwedî li destekftiyan derkevin û soza şopandina rêya cangoriyan da.

Xelo wiha got: ʺÇiqasî pîlan û êrîşan pêk bînin jî, wê nikaribin ser bikevin. Dema ku kesayetên wekî Samir canê xwe feda dikin, wê kî bikaribe vîna gelê me bişkîne. Em ê jî heta dawî xwedî li tekoşîna şervan û cangoriyên xwe derkevin.”

 Piştî axaftinê nasnameya şervanê YPGʹê Samir Kurdî hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Birayê Kurdî jî axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawî şopdarên rêya cangoriyan bin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Samir Kurdî bi dirûşmeyan spartin axê.